Rabe bavê kal, Şemsê te nedîr daye!..

Rabe bavê kal, Şemsê te nedîr daye!..

Min îro li ser textê rewşenbîrê meyî hêja Hejar Dawûd ev wêneyê dilşewat yê kalemêr-pêneberê ji Şengalê dît. Ez nikarim bêxem vê êş û jana dilê vî bapîrê êzîdî mêze bikim! Lewra jî vî wêneyî tevî we pareve dikim û wek birêz Hejar kela dilê xwe dirêjim! Hejar helbesteke xemgînî li ser vî wêneyî nivîsî ye, lê ez ne helbestvanim, her tenê dikarim îro bikevime rewşa vî extîyarê êzîdî û bi dua`yên êzîdîyan derd û kulê wî ji we ra bêjim û bilûbînim!..

RABE, BAVÊ KAL, ŞEMSÊ TE NEDÎR DAYE!..

Rabe, keko, rabe li ser xwe, va Şemsê te nedîr daye!
Te unda kir komî û kulfet, te pêra negîhand bêjî nelat, bêjî nelat wan gurê har ra, ku wê berbangê, li tarîbara destpêka vê tebaxê avîtine li ser Şengala te!..
Te pêra neghînad hildî vî kevezanê destê xwe û bikî zikê gurê birçî, bikî li çavên dehîşên hov û hevkarên wan!..

Rabe, keko, rabe li ser xwe, va Şemsê te nedîr daye!
Rabe, bêje, ya Şêşims, Tu meferî, Tu xaliqê meyî, her Tu risq didî û risq ji me distînî!
Rabe, hewara xwe ji Şemsê xwe daxe, bêje, ya Şêşims ji Te dixwazim sebir û sikanê, me yek heya dereca îmanê, Tu me xilas bike ji bêbextîyê!..

Rabe, keko, rabe li ser xwe, va Şemsê te nedîr daye!
Bêje, ya sîwarên Rojhilatê û Rojavayê, hûn bidene xatira navê dotê û dayê, hûn me xilas bikin ji vê qedayê, ji vê belayê!..
Bêje, Şêşimso, bidî xatra navê Xwe, bidî xatirê navê Kaniya Sipî, Tu vê carê jî min xilas bikî, Tu halê mala min bipirsî, tu kok-bûsa min biparêzî!..

Rabe, keko, rabe li ser xwe, va Şemsê te nedîr daye!
Bêje, ya Şêşims, Tu bidî xatira pênûs û qelemê, Hêwa û Adem, ya Rabî Tu li bang û hawara me guhdar bibe, li hemû çaxan û li hemû deman me biparêze!..
Bêje, hûn bidene xatirê çerxan û felekan, horîyan û melekan, sûrra Tawsî Melek û çarde tebeqên erş û esmanan, hûn pirsîyareke xêrê li me û hazira bikin!..

Rabe, keko, rabe li ser xwe, va Şemsê te nedîr daye!
Rabe ava Kanîya Sipî vexwe, li ser xweda were! Ne tu, ne nevîyên te, ne nevîçirkên te, ne nevî-nevîçirçirkên te tu caran namirin!..

Rabe, keko, rabe li ser xwe, serê xwe li ser wî kevirî rake!..
Gava tu mirî, ev kevirê li ber tenişta te, wê bibe kêlika li ser tirbra me!..
Rabe, keko, rabe li ser xwe, serê xwe li ser wî kevirî rake!..

Nevîyê te,
Prîskê Mihoyî.
28.08.2014.

sengal47