Rêberekî karîzmatîk, komareke Demokratîk

Hemû salê bi hatina roja 2yê Rêbendan re ez his dikim ku careke din ji nûve tême dinê. Ew roja pîroz, ew sala dîrokî, ew navên pîroz û ew pêngavên mezin û giring dihêlin ku qet û qet navê Mehabadê ji hiş û mejiyê me dernekeve. Destkeftên wê rojê wisa zêdene ku êdî bîranîna wê roja taybetî wek cejineke milî û tiradîsyonekê li her dera Kurdustanê tê pîroz kirin. Nirxê wê rojê bihagiran û bilinde. Çimkî mîmarên wê rojê kesên dîplomat, rewşenbîr, dîroknas û zana bûn.
Qazî û nasnameya wî
Pêşewa navekî pîroze ku navê wî bi navê pêxemberan re tê qiyaskirin. Çimkî wî jî bêtir ji hinek pêxemberan dixwest ku mirov bextewer û bi îradeya xwe qedera xwe a paşerojê bidin xuyanîkirin. Lê berjewendîparêzan jiyana xwe a siyasî-aborî girîngtir ji qedera miletekî azadîxwaz dizanîn.
Qazî kesekî realîst û di qada siyasetê de jî şereza û dûrbîn bû.
Nirxên me yên sembolîk bo nasnameya me ya siyasî bi çêbûna komarê re zêdetir û buhayê wan baştir ket nava mejiyê civakê.
Li pey têkçûna komara Azerbayîcanê artêşa Îranê ber bi Mehabadê hereket kir. Ceifer Pîşewerî ji Tebrêzê reviya. Tebrêz wêran û talan kirin. Hezaran kes jî hatine kuştin. Tirsa çêbîna rewşeke wiha kete dilê Kurdan jî. Çend roj beriya şehadetê Pêşewa Qazî Mihemed çû nava gel û di mizgefta Ebas Axa de bi dengekî bilind ji wan re wiha got:“ Ezê heya mirinê di nava we da bimînim.
Ez dixwazim ji we re bêjim ku ger di rêya doza Kurdistanê da nemirim, yanî min ji Kurdan re tiştek nekiriye. Ji ber wê jî li benda wê hindê nebin ku ez Kurdistanê bi cih bihêlim û biçim. Divê vira guristana min be û heya nefesa xwe ya dawiyê jî ez vê Kurdistanê naterkînim. Ewên ku em û Kurdistan jî terikandin û nekarîn kirasê êş û eleman bikene ber xwe, bila dîrok gotina xwe li ser wan bibêje û binivîse.“
Di dadgeha leşkerî û formalîte a rejîma Pehlewî da jî bi wî dengekî bilind wiha gotibû:“Min ji gelê xwe re soz daye ku di xweşî û nexweşiyên wan de li kêleka wan bimînim. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ezê bi wan re bimînim. Ez naxwazim ji bo xelasiya can û tendurstiya xwe şermizarê Xwedê û xelkê bim. Çi hisab û kitabên we hene werin ji min bipirsin û gelê min neêşînin…”.
Nasandina felsefeya Qazî
Hêşta jî felsefe û armancên pêşewa Qazî baş nehatine naskirin. Hêşta jî dem heye ku em bi rêya destnivîsên wî lêkolîneke berfirehtir li ser wî aliyê jiyana wî bikîn.
Ew aşiqê xwendin û zanînê bû. Kesekî zimanzane. Pirtûkxane û nêrînên Qazî mîrasekî me yê milî ne.
Bapîrê wî Sedredîn Şêx El-meşayêx Qazî li Dîwandere gire-girên Kurd li dora hev kom kirin û nehişt ku Ingilîz bi rêya şahên fasid ji bo armancên xwe dubendiyê di navbera wan de çêbikin.
Qazî Fetah xan, pêşewa Qazî, Sedirê Qazî, Seyfî Qazî û hwd her yekî di jiyana xwe de karek kiriye ku xizmeta gel bikin û di rêya armancên wan da canê xwe jî fîda kirine. Çimkî ew di wê baweriyê da bûn ku:“ mirin û şehadeta di rêya doza Kurdistanê da serkeftine ne binkeftin.“
Bi giştî bi pênc rêyên jêr herkes dikare baştir pêşewa Qazî nas bike:
- Pirtûkxane û destnivîsên wî baştrîn belgene ku ramanên wî baştir bêne fêmkirin.
- Lêkolîneke berfirehtir li ser mehkemeya leşkerî ku pêşewa û hevalên xwe li pey wê bi îdamê hatine mehkûmkirin, lê em baş nizanin ka di wan rojan da gotin û bersivên Qazî Mihemed çi bûn û li ser çi axivîye.
- Di hemû hejmarên rojnameya Kurdistan da gotar û axaftinên Qazî Mihemed hatine çapkirin, lê hemû hejamrên wê rojnamê li ber destê me nînin. Rojnameya Kurdistan belvakera bîr û baweriyên HDKê bû ku heta roja îro jî ji hêla her du şaxên wê partiyê ve tê weşandin.
- Arşîva partiya Komonîsta Azerbayican hê deriyê xwe ji lêkolînvanên dîrokê venekiriye. Bêgoman gere di wê arşîvê de gelek belge û heta dengê tomarkirî yê Pêşewa Qazî jî hebe.
- Hevpeyvînên ku bi endamên malbat, wezîrên komarê û yadigarên din yên wê serdemê re hatine çêkirin.
Rewşa nû û komar
Sala 1941an di germahiya şerê cihanî yê duyê da Ingilîs ji başûr û Rusya jî ji bakur ketin nava axa Îranê. Sedem jî alîgirya rejîma Riza Pehlewî ji welatê Almaniya bû ku di despêka şer da serkeftinên mezin li dijî hevrikên xwe bi dest xistin. Bi karekî wiha re artêş û hemû erkanên hikûmeta Riza Pehlewî ji hev hilweşîn. Artêş û qirargehên leşkerî yên wan li Kurdistanê bi reva xwe re negehiştin. Hingî Hejar Mûkriyanî li ser wê rewşê wiha nivîsandibû:
„ Be belawbûnî du per agahî
Bilaw bû artêşî şahenşahî „
Sinorên komarê bertesk û biçûk bûn lê sinorên wê yên meinewî pir berfireh û Kurdistanî bûn.
Em di demeke kin de destkeftên komarê dibînin: Artêşa milî, kar di qada wêje û ragehandinê da, pirtûkxaneya milî, yekîtîya jinên Kurdistan, çêkirina xwendingehên Kurdî bo keçan û kesên nexwende, şano, radio, pirtûkxane, zimanî Kurdî wek zimanê fêrmî, navê pêşmerge, ala Kurdistanê, hatina jin û ciwanan bo nava karê civak û xebatên siyasî, baştirbûna barê aborî yê xelkê herêmê, dan standinên aborî bi du hikûmetên Sovyet û Azerbayicanê re û çêkirina şirketa Tereqî bo vê armancê. Ew şirket nîvşexsî-hikûmetî bû. Wate hikûmetê piştigîrî didayê ku di warê ticarî da pêwîstiyên bazara Kurdistanê teimîn bike.
Li pey vê şoreşa çend alî êdî Mehabad bû hêlîna Kurdên din jî. Ew bajarê biçûn êdî bibû qiblegeha hemû azadîxwazan. Kurda bi van karên han re liyaqetî xweîdarekirinê îspat û karîn bi ser qedera xwe da zal bibin.
Mehabad û komar
Bo cara yekê hestên komarxwazî û di bin siya wê de peyakirina hemû piresnîpên demokrasiyê ji Mehabadê dest pê kirin. Ev mezintirîn şanazî bû ji HDKê re ku mixabin di vê serdema pêşkeftî de berevazî daxwazên pêşewa Qazî bûne çnd kom û şaxên ji hev cuda!.
Komara sala 1946an bi wî temenê xwe yê kurt û kin re pire ji ders û azmonên girîng.
Karên ku di 11 mehên temenê komarê de gehane encamê heya wê rojê jî dewleta şahenşahî cî bi cî nekiribûn.
Renesanseke nû û dîrokî
Karê herîn girîng di wan salên tije ketin û rabîn de ew bû ku rensanseke fikirî-zêhnî li pey pêkhatina komarê di civaka Kurdistanê da çêbû. Destkeftên jêr vê îdiayê îspat didikin:
- Bo cara yekê Kurda bi biryara xwe qedera xwe ya siyasî diyarkirin.
- Kurda hiss kirin ku azadin û azad dijîn.
- Kurda bi hemû heza xwe bawerî bi hikûmeta xwe a demkoratîk hebûn. Çimkî xwe ji wê û ew jî malê xwe dihesibandin.
- Ji xeynîn Kurda kêmnetewên etinîkî-olî( Azerî, Ermenî û Cihû ) di nava sinorên komarê de xwe di etmosfêrek azad û demokratîk da hiss dikirin.
- Mîras û şûnewarên wê komarê niha jî hene û Kurd xwe şopdarên wê dihesibînin.
- Di dema yazdeh mehan da dem û derfet têr nakin ku gelek karên çandî bêne kirin, lê di 11 mehên temenê komarê de gelek karên mezin hatin kirin.
- Pirsgirêka Kurd ji serdema Şêx Ûbeydulah û Simkoyê Şikak qonax bi qonax ber bi pêşve hatibû û di serdema komarê de wê têkoşînê berhem da û gehişte derfeta xwe ya zêrîn.
- Îranî bi piraniya dîroknivîsên xwe yên şovenîst hêşta jî „pirsgirêka Kurd“ wek „rûdana tiştekî ji nişkave“ binav dikin.
- „Yekîtiya Jinan“ bo cara yekê bingeha xwe ji komara Kurdistanê distîne.
- Nêrîna nivîskar û dîrokzanên biyanî baştir bihayê mîrasê me bi me dide nasandin. Arçibald Rozvelt dema ji ku sala 1946an diçe Mehabadê di pirtûka xwe ya binavê „ Evîna fêrbûnê“ de wiha dinivîse:“ Li Mehabadê azadîya beyan pir zêde ye. Di cade, kûçe û kolanên Mehabadê de bi azadî dengê radioyên Ankara û BBC tên bihîstin. „Şanoya Dayîkî Nîştiman“ bandoreke erênî li ser hişyarkirina hestên netewî û liv-lebata civakê hebûye. Qazî kesekî rewşenbîr û zana ye û di mêvandariyê da min Vodka vedixwar û di wê rewşa civakî de ku tiştên wiha pir kêm hebûn, karê min ji wan re karekî wiha pir sirûştî bû.“
- Li pey têkçûna komarê me baştir nasnameya hovîtiyên dewleta Îranê nas kirin. Wan rojekî üêşewa Qazî, Hamid Mazoçî, Resûl Nexedeyî îdam dikirin, demekê Mela Aware û Silêman Moînî teror dikirin û îro jî Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Husên Xizirî û azadîxwazên din îdam dikin. Yanî li hemberî daxwazên me yên rewa rengê kuştina seda-sed yeke û nehatiye gûherandin. Li rojhilatê Kurdistanê îdam hê jî berdewame.
- Di prosesa komarê de keda du rêxistinên J.K û Hîwa pire. Peywendiyên wan xort bûn û dawî jî van peywendiyên han berhem dan û komareke demokratîk hate ava kirin.
- Me bi têkçûna komarê re dîsa jî zanî ku Soveyt û Rûsan ji bo pirsa Kurd qet û qet stratejiyek eşkere nebûne. Rojekê ji bo hilweşandina komara Araratê hevkariyê komara înkargera Tirkiyê dikirin û vê carê jî li ser petrola bakurê Îran û kanên li Kurdistanê xencera xiyanê ji hiçikê xwe derxistin.
- Komar di qada hunerê da jî bû destpêka pêngav û karekî nû. Marşa Ey Reqîb û xuwaya weten awakey hingî ji hêla hunermendên Kurd ve hatine gotin. Ramanên Fayêq Bêkes û Dildar hingî ji Silêmanî û Hewlêrê gehane Mehabadê. Mamlê û koma marşa a komarê jî dengê xwe gehandine Hewlêr û Silêmanî, Kerkûk û Qamîşlo.
- Zimanê perwerdê di çaxê komarê da bi fêrmî Kurdî bû. Zarok xwedî kincên wekhev û yekreng bûn.
- Kurdên başûr di qada perwerdê û leşkerî da hevkariyeke mezin dane komarê. Kesên weke Kerîm Zend, Ehmed Teha, Osman Danîş, Mihemed(ji Kurdên Qefqaziya), Ekrem Cemîlpaşa, Mistefa Barzanî û sedan kesên din ew kes bûn ku ji bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê hatibûn û li kêleka kurdên rojhikatê Kurdistanê bûn. Hedef û aramanc tev yek bûn. Hêza Barzanîyan di bin serkêşiya Mistefa Xoşnaw de di şerê Qarawa dersên nejibîrkirî dane artêşa Îranê û ji bo paratsina sinorên komarê dehan kes ji wan kuştin û birîndar kirin.
- Ferqên mezin di navbera du komarên Kurdistan û Azerbayicanê de hene. Komara Azerbayîcan diyardeyek bû ku wek sifarişa biyanîyan bû û piştgîriya wê ya ji hêla gel ve lêm bû. Ew li heberî gel û dijberên xwe xwedî siyasteke hişk bû. Lê Kurd bi riheke hevgirtî karker û xizmetkarên komara Kurdistanê bûn. Rewşa îro ya du gelên Kurd û Azerî vê rastiyê ji mere îspat dike.
- Di damezirandina hikûmeta milî a Azarebayîcanê da bandora hêzên derekî zêdetir bûye heya li ser komara Kurdistan.
- Heta roja îro jî navê komarê tirseke mezin dixe dilê dagîrkeran. Ji ber ku çêbûna komareke demokratîk di nava sîstimeke seltenetî de rûdaweke mezin li hemû herêmê bû.
- Dijberên komarê hem di nava sinorên wê de, hem li Îranê û hem jî li dervey sinorên wê û Îranê da hebûn. Raportên wezareta derve a Tirkiyê û hewldanên wan tirsa wê dewleta dahîrker ji me re kifş dike.
- Xalên lawazî an jî bêhêziya komarê ew bûn ku perwerdeke cidî ji bo pêgehandina kadroyên nû tunebû. Hemû endamên kabîneya wezîran ji Mehabadê bûn. Îranê ji yasayên UNê sûd stand û Soveytî jî neçar man ku li hemberî girêdana protokola petrola bakur hêza xwe ji Îran, Azerbayîcan û Kurdistanê paşde bikişînin.
- Serokwezîrê Îranê yê wê demê Qewam El-seltene bi navê îmzakirina protokola petrola bakur Îran û Kurdistanê rayedarên Sovyetê razîkirin ku bihêlin artêşa Îranê bi hêceta teimîna asayêşê ji bo çêkirina hilbijartinan biveke nava sinorên Azerbayîcanê. Ew cara duyê bû ku Qewam kom datanî serê Sovyetiyan. Çimkî di çaxê komara Gîlan da jî Sovyet hatibû xapandin.
- Pêkhatina komarê û bûyerên mezin ên girêdayî wê û piştî wê ji mera bûne dersên jiyanê. Heyacana wê rojê hê jî ji bîra me neçûye.
- Rêberên komarê di pêngava yekê de çapxaneke mezin anîn paytexta desthilatdariya xwe. Çapxane nîşaneke şaristaniyeta moderin û moderinîtexwaziyê ye. Li pey hatina wê çapxanê ku bi navê „ çapxaney Kurdistan“ hatibû binavkirin kovar û rojnameyên jêr dest bi jiyana xwe kirin: Gir û galî minalan, kovarî Helale, Hawarî Nîştiman, kovara Kurdistan, rojnameya Kurdistan û herwiha çendîn pirtûkên mîna dîwana Hacî Qadirê Koyî, Selahedînê Eyyûbî û hwd hatine çapkirin.
- Şanoy dayîkî nîştiman ku dahatên wê hevkariyeke mezin bû ji bo amadekarîyên damezirandina komarê. Yanî di vî warî de serûkaniya yekê gel bixwe bû ku piştgîriya hikûmeta Kurdistanê dikirin.
- Ragehandin di çaxê komarê re rûkineke esasî bû. Beriya wê ji sala 1941an û pêde bi çêbûna J.K re sala 1942an kovara Nîştiman dest bi weşana xwe kiribû û sernivîserê wê nemir Ebdulrehman Zebîhî bû.
Û ….hwd.
Bîranîna komarê û daxwazek
Bi bîranîna komarê re pirseke wiha ji min re çêdibe:
Hemû partî û rêxistinên Kurdistanê roja 2yê Rêbendan weke rojeke tije şanazî û xebata rastîn a Kurdîniyê dihesibînin. Gelo em çawa dikarin wî çirayê tije ronahî baştir ji bo nifşên paşerojê bi rindî bihêlin an jî çawa wan xwezî û hesretên wê qiblegeha ku bibû hîvîyên milyonha kesan bêtir nîzî piraktîkê bikîn?
Ew roj roja dîrokeke nû û destpêka jiyaneke din bû. Daxwaz û xweziyên Simko û Îhsan Nûrîpaşa hatibûn cî bi cî kirin. Komarê merhema êş û kewandina birîna Mîrê Botanê, Şêx Ûrbeydulahê Nehrî, Mîrê Rewandizê û Emîrxanê Lebzêrîn pêşkêşî me kiribû. Gelo me çiqas karî sûdê ji wî dermanê wan hekîmên zana û fîdakar bistînin?
Qazî ji bo doza me ya rewa xebatkar, dilsoz û fîdakar bû. Di xweşî û nexweşiyan da li cem feqîr û hejaran bû. Werin di vê roja pîroz da axa wî û şehîdên din yê rêya azadiyê bi ava gulav bişûn û wê aza pîroz gulbaran bikin.
Bila dagîrker, hostayên kuştin û îdamê bibînin û bizanîbin ku ew nemirine û rêbaza armancên wan heya serkeftinê berdewame.