• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rêhevala mina Rûken!

Rêhevala mina Rûken!


nivîskar: Siyamed Sîpan
barkirin: Befranbar 9, 2016, 3:47


Dema min agahiya şahadeta te bihîst dilê min xwîn giriya rêhevala mina çalak û rûken. Bedena min tevizî û mejiyê min sekinî. Hêsir di qirika min de wek morîkan, ne min dikarîbû daqurtanda û ne jî derxista.Te li dû xwe ne tenê gelek dilên xemgîn û çavên bi hêsir hişt, te herwiha li dû xwe barekî tekoşînek ji cîhanê mezintir jî hişt. Nizanim ji ku destpê bikim ji bo ku wê rûkeniya te raxim ser rûyê rûpelan. Nizanim çi bêjim û çi nebêjim. Hemû gotin û hevok ewê nikaribin te bîne ziman… Ji ber ku mirovên wek te ku dilê wan ji pola kêmin li vê cîhanê. Lê dîsa jî min xwest ji tere çend gotinan li hev bicivînim…

Ji dema min tu nas kir heya niha herdem ew rûyê te yî bi ken, ew dilê te yî bi coş û ew bîrdoziya te ya ji bo vê tekoşînê di bîra min de her dima. Di her wextê nexweş de te dîsa hêza ku moral dide hawîrdora xwe û tariyê ronî dike, belav dikir. Dema tu di girtîgehê de bû, herdem bi nameyên xwe te rê ya min ronî dikir û dihişt ku barê jiyanê sibiktir bibe. Û herî dawî dema li Amedê me bi hevre çayek vexwar û hesretiya salên borî bibîranî… Lê min nizanîbû ewê ax têkeve çavê min û dilê min di nav agir de bişewite… Min dilê te himêz kir bi hesretiyek mezin, lê min nizanîbû ku ew dil ewê îro ji ber tûnebûna te xwîn bigrî… Zanim û belkî tu jî zane, wek her biharek xwe ji nûve dixemilîne, tu yê jî mîna gelek kulîlkên azadiyê di tekoşîna me de bijî û xwe ji nûve bixemlîne… Lê heger ji ber hesretiya te wek zarokekî yek salî girîyam jî li min biborîne…

Li min biborîne rêhevala mina rûken…
Nizanim çima, lê destê min nema pênûsê digre li dû te… Dilê min ji hêrsê pêv nema dixwaze tiştekî din jiyan bike, dema ew rûyê te yî bi ken tê ber çavê min…
Dema ew rûyê te yî bi ken tê ber çavê min…
Zimanekî lal, dilekî bi girrî, hêsirên xwînê û ew rûyê te yî bi ken…
Stêrkên li paş ewra veşartî, cîhanek tarî û bê eman, qederek reş û ew rûyê te yî bi ken…
Berfek bi xwîn, baranek bi mirin, bahozên bêdengiyê û ew rûyê te yî bi ken…
Tenê ew rûyê te yî bi ken ronî dikir tekoşîna jiyanek azad… Rûyê te yî bi ken dihişt ku gemara cîhanê bibe bedewî û wek berfê li ser rûçikê azadiyê bihele…
Heger tiştek hebe, ku ji xemgîniya min mezintir e, ew jî hêrsa tolhildana te û hevalên te nin…

Te li dû xwe tekoşînek bê hempa hişt û tu tevlî karwanê cangoriyan bû.
Te li dû xwe gelek çavên bi girrî û herwiha gelek dilên stû xwar hişt û te ji nav stêrkan koç kir û tu çû berbi rojê ve.
Te xwe kir çira di vê zivistana reş û tarî de û te dilê xwe spart axê.
Tu çû û navê te û doza te her ma û ewê her zindî bimîne.
Tu çû û te meşaleya şoreş û berxwedanê ji hemû jin û ciwanên ku soz dane ROJ ê re hişt.
Tu çû û te tekoşîna xwe spart leşkerên Ahûra Mazda.

Bizanibe ku tu yê herdem di jiyana me de, di kar û barên me de, di xebata me de û di tekoşîna me de bijî…
Ewê tekoşîna te, sekna te û ew rûyê te yî bi ken, bibe meşale û çira ji bo rê ya me. Ez li ber tekoşîna te bejna xwe û dilê xwe ditewînim…

Hevalê te Siyamed Sîpan…

dîtin: 1064

Pêveker:

rêhevala mina rûken