Rênas Mîran:Ji bo pêşketina muzîka Kurdî şîrketên xurt û piştgiriya dewlemendên Kurd pêwîst in

Rênas Mîran di derbarê xebatên xwe û di derbarê rewşa muzîka Kurdî de pirsên HAWAR NET’ê bersivand…
Aranjorê muzîka Kurdî a navdar Rênas Mîran ku di salên dawî de bi aranje kirina stranên gelêrî ên Kurdî bi şêweya House Music’ê deng veda. Rênas Mîran bi xebatên xwe nîşan da ku ka mirov çawa dikare bi riya çand û hunerê him xizmetê li çanda gelê xwe bike û him hilberînên nûjen biafrîne û di heman demê de jî dengê Kurdan bigehêne cîhanê. Mîran di derbarê xebatên xwe û di derbarê rewşa muzîka Kurdî de pirsên HAWAR NET’ê bersivand…
-HAWAR NET: Birêz Mîran pêşî tu dikarî bi kurtî ji bo xwendevanên HAWAR NET’ê jî xwe bidî nasîn. Rênas Mîran kîye, kengî û çawa dest bi mûzîkê kiriye?
Rênas Mîran: Pêşi her tiştî ez sipasî û xêrhatina we dikim. Ez di sala 1984 li Başurê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê ji dayik bûme. Çawa ez hatime nav karê muzîkê, ez bawerim hemû “suc”ê bavê min bû. Ew bixwe stranbêjê folklora Kurdî ye, navê wî Mîran Herkî, di sala 70 heta 90 nav muzîka kurdî buye. Karê min jî birastî piştî 1998’an destpêkir, bi orgekî bicuk. Heta îro ez li studyo ya xwe berdewamim.
“Ciwanên Kurd birçiyê muzîkên nûjen in”
-HAWAR NET: Tu aranjeyên stranên Kurdî ên bi forma House muzîkê dikî. Xebatên te ji ser înternetê tê weşandin û bala guhdarvanan dikşîne û pir tên guhdarî kirin. Wek mînak klîba strana “Koye Dêrsîm” nêzî mîlyonek car hatiye guhdarî û temaşe kirin. Te hêvî dikir ku wê ewqas balê bikşîne.
Rênas Mîran: Birastî “Kurdish House Project” projeyeke taybete ji bo ciwanên Kurd. Ev proje encamê lêkolînekî mezine ji alîyê me hate çêkirin. Armancê lêkolînê ew bû, me dixwast bizanîn li Ewrupa, Emerîka û Georgia/Russia, kîjan muzîk zêde tê guhdarkirin jî alîyê biyanîyan û ji alîyê ciwanên Kurd. Bersiva me “house music” bû. Pistî vê bersivê, me bi bawerî karê xwe ev projeya giring berdewam kir. Bêgûman di nav Kurdan de karê muzîkê jî wekî gelek kar û projeyên dîtir destêpêkê gelek zehmet e. Zû zû balê nakşîne. Ji bo ku bala ciwanan û ya hemû mirovan bikşîne pêdivî bi karekî berdewam û kalîte heye.
Di yek du gavên destpêkê pêde êdî me dît ku bi rastî ciwanên Kurd birçiyê vî şêwazê muzîkê ne. Kurd ji ber rewşa xwe ya siyasî û civakî hetanî berî ku em dest pê bikin jî ji vî şêwazê muzîkê re girtî bûn. Lê êdî piştî ku me çend proje biser xistin êdî me dît ku pêwistiya Kurdan bi vê projê heye, her serkeftinekê bi mere hêviyeke nû çêkir û me bêhtir xwe da vê projê.
“Ber karên kurdwarî astenga herî mezin mijara fînasê ye”
Bêgûman karê Kurdewarî mirovan zû bêhêvî dike, ji ber ku fînansa wê gelek zehmete û karekî sedî sed ticarî nîne. Li ser xizmetê dimeşe gelek caran. Ji ber vê yekê jî rastî hetanî me hêvîya serkeftinê bi xwere çêkir me gelek zehmetî kişand. Dîsan jî di warê fînans û desteka manewî de demên destpêkê arîkarî û hevkariya Hêvî Group çêbû vêya hişt ku em bêhtir bi hewes û xwestek giranî bidin karê xwe. Piştî hingî ku serkeftina me çêbû me bêhtir dest avête projeyên girantir û baştir. Lê dîsan jî bêgûman proje mezine û pêdivî bi desteka zêdetir heye.
“Min xwest muzîka Kurdî ya klasîk di nav şêweyê muzîka House de bikar bînim”
-HAWAR NET: Tu heta niha bi gellek hunermandan re xebitî, tu dikarî hinek behsa xebatên xwe yên bi wan re bikî. Te bi kîjan hunermandan re xebitî heta niha?
Rênas Mîran: Bi gelek hunermendan re min kar kiriye. Ciwanên ku nû dest bi muzîkên kirî hetanî hunermendên Kurd yên gelêrî û navdar. Min xwest ku ez muzîka Kurdî ya klasîk di nav şêweyê muzîka House de bikar bînim. Eve jî karekî wisan hesan nebû. Ji ber ku muzîka House di nava Kurdan de belav nebû çend kesekî ku wekî DJ çend mînak çêkiribin jî berdewam nekiribûn. Ji ber vê yekê ji bo me hertişt nû bû bi taybet di nava muzîka Kurdî de House jêre vîn û hêzekî baş pêwist bû. Bi çend referansên baş yên destpêkê ve êdî me bi Hunermendên navdar yên Kurd re kar kir. Li gel gelek kom û ciwanên muzîkjen û stranbêj li gel Hunermendên wekî Mamoste Şivan Perwer, Ciwan Haco, Xêro Abbas, Koma Mizgîn, Jiyan, Mikail Aslan, Mehmet Akbaş, Hozan Dîno û gelek hunermendên dîtir min kar kir. Neha jî li gel hunermendê navdar Hesen Şerîf kar dikim. Em li ser projeyekî taze radiwestin. Ji bo Albûma yekem ya projeya Kurdish House Project me li gel kar kiribû ji xwe. Albûma yekem ya ku ev hunermendana têde cî digrin ya Projeya Kurdish House piştî çend heftiyan ji aliyê VÎN Production ve li başûrê Kurdistan derdiçe.
“Konsepta klîban ez diyar dikim”
– Ji bo aranjayên te klîbên balkêş jî tên amade kirin û di wan klîban de tu jı cıh digrî. Ev fikr çawa pêşket?
Belê şêwazê me rastî hindekî cûda ye. Ez wekî DJ kar dikim li ser sehnê jî cih digrim. Lê di nav klîban de cîgirtin piranî hizrê mine. Konseptê piranî ez çêdikim. Bi hunermendan re an jî sitranbêjan re dema ku dest bi projeyeka nû dikim wekî filmekî hildigrime dest. Karê kliban tenê bi muzîkê ve naqedê. Ez muzîka wê çêdikim, piranî ji xwe bi enstrumenên muzîkê paşê jî li gorî hunera xwe konzeptê diqedînim, lê di vîdeo û klîbê de ji ber şêwazê House cîgirtina xwe di navde baştir dibînim. Dixwazim ku klîban ji qalib derxim, klib him rehet bête temaşekirin û ciwanên ku temaşe dikin jî wê rehetiyê têde bibînin. Bawerim di vî hizrê xwe de jî bi ser ketim. Ji ber ku klîbên derveyî şêwazê klasîk yên bi êş û azar û zehmetkêşiya Kurdewarî klîbên ku ji bo hunerê û şêwazê muzîkê herî zêde têne temaşekirin klîbên ku ez konsepta wan çêdikim ewin. Şêwaz di Kurdî de nû ye ez hez ji profesiyonelîyê dikim.
“Dewlemendiya ziman û çanda Kurdî ji bo pêşdebirina muzîkê vekiriye”
– Aranjeyên te yên ku di înternetê te zêde balê dikşîne piranî stranên kevn û gêlerî ên Kurdî ne. Tu difikirî stranên nû jî amade bikî?
Belê bêgûman her roj em tiştên nû çêdikin li gel deng û rengên nû. Em bixwe jî hewil didin bi nivîs û melodiyên xwe muzîka Kurdî berbipêş ve bibin. Albûm û projeya yekem qediya. Ev proje bi hunermendên Kurd yên navdar û bi stranên wan yên klasîk lê bi şêwazê muzîka House çêbû. Ji ber ku sitranên Kurdî yên klasîk mirov dikare di nava her rengê muzîkê de bikar bîne. Dewlemendiya ziman û çanda Kurdî ji bo pêşdebirina muzîkê vekiriye. Lê êdî em li ser tiştên nû kar dikin. Di warê nivîsê de kak Agirî Soran bi nivîsîna tekstan ve arîkarî dide ez jî li ser melodî û ahengê radiwestim. Karekî me yê wisan heye. Sitrana bi navê –Her Dîsa Dîsa- me bi vî rengî çêkir.
“Di muzîka Kurdî de huner û hunermendî ciyê xwe ji propaganda û diruşman re dihêle”
– Li gor te Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd çawa nêzî bi tarzên wek pop, huose û hwd.. dibin? Di televîzyonên muzîka kurdî de stranên hunermendên nifşa nû ku albûmên nêzî rock an jî popê çêdikin zêde cih nagrin.. Tu sedema vê yekê çi dibînî? Gelo li gor te saziyên Kurdan, medyaya Kurdî û gûhdarvanên Kurd girîngiya pêwîst nadin muzîka Kurdî a hemdem?
Rênas Mîran: Belê eve kêşeya Kurdan ya muzîkê ye. Kurdbûn di roja me ya îro de hebûneke siyasî ye. Di cîhanê de jî wisane di nav Kurdan de jî wisane. Ji ber vê yekê jî di deverên siyasî de huner winda dibe. Huner û hunermendî ciyê xwe ji propaganda û diruşman re dihêle. Eve di demên dijwar de rewşekî asayî ye, lê bi bîra min êdî Kurd gelek pêşketine. Rewşa Kurdan ji rewşa siyasî tenê derbas kiriye. Rewşa Kurdan gihiştiye asta Netewbûn û Dewletbûnê. Êdî Kurd ne tenê bi hêza xwe ya siyasî bi çand û huner û zimanên xwe jî têne nasîn. Kurd êdî pêdivîya xwe bi huner heye. Huner ne deng û peyv tenê ne. Huner ewe ku herkesî vekêşîne xwe, huner ewe ku tesîra wê li herkesî bike. Bi bîra min çi tv, çi radyo, çi malper dibe bila bibe astengî li pêş berhemên ku bi rastî bi hunerî hatî amadekirin bigre an jî wan dernexîne pêş bawer nakim ku bête temaşekirin, bawer nakim ku kes nirx bidê de. Lê êdî li gorî min ew dem bihurîye. Vê gavê TV yên Kurdan yên xwedî enerjiyeke nû hene. TV yê Kurdan ku di vebûn û karkirina xwe de Professionelin hene. Evroj herî zêde tv ya VÎN û KurdMax klîbên me di weşînin û gelek jî têne temaşekirin. Pêwistiya Kurdan bi karên professionel heye.
“Projeyên ne Kurdî bin bala min nakşînin”
– Tu jî terzeke cuda pêşkeş dikî lê tê ecibandin. Tu eleqeya guhdarvanan bi çi re girêdidî? Gelo tu piranî aranjeyên xwer ser stranên gêlerî çê dikî, ev dikare bibe sedema eleqeya guhdarvanan?
Belê beguman ev sedemeke mezine, belê konseptjî gelek giringe. Eger mirov ew stranê kurdî li gel vê muzîke nebêjê, mirov tenê ew muzîkê guhdarbike, mirov dibeje ke ev muzîka house a biyanîye.
Guhdarvanên me dizanin u fêr bune muzîka profesyional, jiber ku herdem guhdarî u temase MTV, ViVa u ew televîzîonên biyanî dikin. Ji xwe tiştê dihêle ku karê me hêja be, karê me ji aliyê Kurdan ve bête hezkirin zimanê Kurdî ye. Eger ez muzîkê gelek modern û professional çêbikim jî eger ku ne bi Kurdî be tu cewaziya muzîka min ji ya cîhanî namîne û taybetiya min jî namîne. Ji ber ku di Kurdî de pêwistî bi vê muzîkê heye ez kar dikim. Ez karê xwe karekî ticarî nabînim ji xwe. Karekî Kurdewarî dibînim û karekî hunerê dibînim.
Gelek pêşniyarên cûda yên xerîban jî ji min re tên. Gelek pereyekî mezin jî pêşniyar dikin, bi taybet ji ciwanên Tirkan û yên gelên dîtir. Lê ez Kurdim û tesîra Kurdwariya bavê min li ser min heye, herçend li Ewrûpa mezin bûbim jî mêjiyê mirovde çi hatibe çandin mirov li ser wê şîn tê. Ez jî bi vî rengî mezin dibim. Projeyên ne Kurdî bin bala min nakşînin, kar kare ji bo mirov xwe birêve bibe û pera jî bidest bixe kar kirin asayîye, lê ji bo xwe hetanî neha min asayî nedîtiye. Herçend di warê darayî de zehmetî bikêşim jî min ji bo xwe asayî nedîtiye û tenê bi Kurdî proja pêş dixim. Ev jî bala ciwanan dikşîne. Ciwan ji bo ku muzîka Kurdî ye guhdar dikin. Dema him Kurdî him jî modern û House bêhtir guhdar dikin. Ez li ser wê yekê radiwestim ku peyvên wê bêne famkirin. Herkes têbighêje. Naxwe muzîkekî ku kesek tiştekî têneghêje be li gorî min ew bi ingilîzî an zimankî dîtibe baştire.
“Projeya yekem ya albuma Kurdish House Project bi dawî bû, duyemîn tê amade kirin.
– Tu difikirî ku wan xebatên xwe wek album jî biweşînî?
Hîna me fermî ranegihandiye rastî. Cara yekeme ji Hawar Net ê redibêjim. Eve nêzîkî 3 salane em projeya yekem ya Kurdish House Project çêdikin û me bi dawî anî. Wekî min berê jî gotî, ew hunermendên min navê wan dayî yên navdar di nav vê projeyê de hene. Projeya me ya yekem albûma yekem bi Kurmancî me çêkir û me xwest ku hunemendên me yên hêja em karibin dengê wan bi şêwazekî nû û modern bighînin guhdaran. Li vira bi vê derfetê jî ez dixwazim sipasiya tevan bikim ku xwe dane ber vî karî û wan jî hizrê me rast dît û destek dane me. Albûma yekem piştî çend heftiyê dî ji aliyê VIN produktion ve li başûrê Kurdistan derdikeve. Berfirehiyê Albûmê di rojên pêş me de bi daxuyaniyekî çapemeniyê em dê zelal bikin. Albûma 2. Ya Kurdish House Project em dixwazin bi soranî, hewramanî û dimilî çêbikin, hîna baş diyar nebûye, di demê pêş de dê baştir zelal bibe.
– Em dengê te qet nabihîsin, gelo dengê te çawa ye, tu difikirî bixwe jî stranan bibêjî?
Ez nizanim strana bêjim, ez ne stranbêjim. Jiber vê jî zehmet hûn dengê min guhdarbikin.
“Pirsgirêka muzîka Kurdî nebûna şîrketên xurt e”
– Derbarê pêşketin û kêmasiyên salên dawî a di muzîka Kurdî de nêrînên we çiye? Mûzîka Kurdî li gor ve ber bi ku ve diçe? Behsa “xitimîn”ê tê kirin… Fikrên we ser vê meseleyê çine? Li gor te pirsgirêka herî mezin a li ber pêşketina muzîka Kurdî de çiye? Pêşniyarên hene?
Niha nav karê muzîkê de du kom hene, koma hunermenda û koma guhdarvanan. Navbera herdu koma firmayên belavkirine heye. Ez dibêjim pirsgireka me ewe, me firmên bi hêz nîye jibo belav kirina muzîka kurdî, jibo marketinga muzîkê, û ji bo belavkirina muzîkê. Wekî dî hertist heye, hundermend hene, muzîkjen hene, helbestwan hene, awazvan hene, hertist heye.
Belê dema tê mesela belav kirinê anjî tomarkirinê derfet nîne. Em wek studio ya produksîonê gelek alîkarîya hunermendan dikin jibo karê tomarkirinê. Sazî û dezgehên ku vî karî himbêz bikin, karibin him jê sud wergirin him jî fêda wan bighêje kes an jî kompanyayên wekî me nînin. Wekî min dabû diyarkirin di destpêkê de KurdFm berî 3 salan piştî wê jî bi navê Hêvî Group destek daneme, îsal jî em sipasdarên wane, KurdMax û VÎN tv piştevaniya me kirin. Lê bêgûman pêdivî bi kompanyayên belavkirinê heye, produktionên ku bar hemuyî rakin ser şanê xwe. Bi bîra min kêmasiya herî mezin eve. Ez hêvî dikim û bawer dikim ku di paserojê de ew jî baştir bibe.
“Gerbi şêwazan nû muzîka Kurdî pêşde nebin dê ciwanên Kurd yek bi yek ji dest me biçin”
– Ji bo pêşketina muzîka Kurdî li ser milên medyaya Kurdî û saziyên Kurdan çi dikevin, tu çi hêvî dikî?
Ez hêvî dikim ku medyaya Kurdî piranî qîmetê bidin muzîka Kurdî ya nûjen, wekî Kurdish House, Pop, an jî Hîp-hop ê. Ji ber ku em bi van şêwazan muzîka Kurdî pêşde nebin dê ciwanên Kurd yek bi yek ji dest me biçin. Lê li gorî ku ez dibînim çavê Kurdan piranî li siyaseta Kurdî ye. Raste siyasiyên Kurd û rêvebir û dezgehên Kurdan divê pêşengiya vê mijarê bikin û derfet çêkin û destek bidin. Lê eve ne tenê karê wane, xelete ku mirov li hêviya hevûdû bihêlê. Karmendên Kurdan pirin, pere û aboriya Kurdan ne xirabe, lê di Kurdan de aliyekî qels ewe ku van karan di warê aborî de nagrine dest û xwe jê dûr digrin, ne di warê bazirganî de ne di warê arîkariyê de jê dûr radiwestin. Medyaya Kurdan jî bi taybet yên ku ne tenê siyasî, civakî û çand û hunerî jî kar dikin bala wan li ser muzîkê ye, lê gelek jê jî tenê mijarê siyasî hildigrin dest û hunera Kurdî çanda Kurdî ji siyasetê dur dibînin ji ber wê jî zêde giraniya xwe nadin ser.
-Wek tê zanîn li cîhanê bazara muzîkê ji ber înternetê di qrîzê ye. Her wiha ji ber rewşa taybet a Kurdan jî firotina albûmên Kurdî qels e. Di rewşeke wiha tu ji derxistina albûman çawa dibînî. Gelo albûm êdî ji vir şûnde tenê ser înternetê bê weşandin ne baştir e?
Daxistina albûman li ser înternetê qedexeye, ji aliyê vekî ve başe, ji bo nirxê hunermend û muzîkjenan, ji aliyê dîtir ve nebaşe ji ber ku mesrefa fîrman dernakevê. Êdî fîrmayên belavkirin û marketîngê nikarin xwe birêve bibin. Herçend Kurd di warê înternetê de jî kirînê nakin û di vî warî de gelik zehmetî hebin jî baweriya min bi vê yekê tê ku Kurdish House Project dê bala Kurdan bikşîne, herçend ev kar me ne bi awayekî bazirganî kiriye jî dê Kurd hemî hema bo destekê jî be albûmên Kurdish House bikirin. Ji ber ku şêwazekî nûye, kedeke mezin me dayî. Ev albûm ne encama demsalaye, ne encama du sê mehaye, encama hemî karê min û keda bi dehan hunermend û muzîkjene. Rastî me gelek zehmetî dît. Li her bajarekî dîtina ciyê razanê, dîtina studioyekê, birin û anîna muzîkjena û gelik astengî bi salane ez dibînim û gelik dost û hevalên dîtir. Ji ber vê kedê jî be ev karê professionel û dewlemend dê Kurd xwedî lê derkevin. Ez di vî alî de gelek hêvîdarim rastî. Bi kalîta xwe, bi professioneliya xwe û muzîka Kurdî bawerim.
– Tu medyaya Kurdî û rojevê dişopînî?
Belê, bêgûman ji ber karê muzîkê gelek dema min çênabê, lê ji bo şopandina rojeva Kurdî pêwist nake herroj mirov li nûçeya binêre, mirov Kurd bê bese. Ez jî Kurdim, heya min ji bûyerên Kurdan û rewşa Kurdan çêdibe. Ez bixwe jî digerim, diçim bakurê Kurdistan, diçim başûr û deverên dîtir, heya min ji Kurdan û rewşa Kurdan hertim heye, ji ber vê yekê Karê muzîka kurdî dikim naxwe ne ji ber hewesa xwe dikim.
“Çand û hunera Kurdî êdî berbi sazîbûnê ve diçe lê xebatên niha bi têrê nakin”
-Li gor te pêşketinên sîyasî ên salên dawîn çawa bandor li pêşketina çand û hunera Kurdî dike?
Çand û hunera Kurdî êdî berbi sazîbûnê ve diçe. TV yên nû vedibin, sazî û dezgehên nû vedibin. Li Kurdistanê li başûr welatê Kurdan yê azad heye, li vir sazî û dezgeh pêş dikevin. Bêgûman evana tesîrê li ser karê çand û hunerê ya Kurdî dikin. Lê bi bîra min têrê nakin, Kurd xwedî potansiyel û hêzeka mezinin, li gorî vê hêz û dewlemendiyê pêşketinên heyî têrê nakin. Pêdivî bi gav û derfetên nû hene ji bo çand û hunera Kurdî.
“Çanda sponsoriyê di nav Kurdan de gelek giran pêşdikeve”
-Bi saya medyaya înternetê û torên sosyal de êdî hunermend dikarin bi avayekî erzan xwe bigehênin guhdarvanên xwe. Wisa xûyaye tu jî hewl didî ku medyaya înternetê baştir bikarbînî ne wisa?
Belê bêgûman em jî vê derfetê dinirxînin. Ciyê reklamê ku erzan an jî belaş hebê bo çi em bikar neyênin. Lê ez vêya pir jî karekî bi kalîte nabînim. Reklama herî baş ewe ku li gorî konseptekê ji aliyê Sponsoran ve bête meşandin. Lê mixabin ev çanda sponsoriyê di nav Kurdan de gelek giran pêşdikeve. Ji ber vê yekê jî biqasî ku em bikarin em deretên di dest xwe de bikar tînin da ku em bighêjin ciwanên Kurd.
– Tu herî zêde kîjan hunermendan (Kurd û biyanî) gûhdarî dikî? Tu bi taybetî jî ji nifşê nû ya mûzîka Kurdî kîjan hunermendan gûhdarî dikî?
Ez bixwe guhdarî hunermendên nemir Mihemed Sexo, Aram Tigran dikim. Wekî dî Hîvron gelek guhdar dikim, birastî hunermend Nusret ji Koma Hîvron, tisteki nu pêskes kir, gelek pîroze jibo muzîka kurdî Ji Hunermendên biyanî ez guhdarî David Guetta dikim, her wiha, DJ Chuckie, Sheryl Crow, Katie Melua.
– Tu niha ser çi xebatan mijûl in? Projeyên te çine? Ji bo pêşarojê çi plan dikî? Her wiha di wan nêzikan de konser û hwd. ên te hene…
Niha xwe amade dikim jibo projeya nu ya “Kurdish House Project vol.2” vê carê em pitir giranî didin ser devoken soranî, demilî u hewremanî. Di albuma yekemîn me pitir giranî dabu Kurmancî u Behdînî. Wekî çend projeyên dî yên nu jibo guhdarvanên xwe amade dikin.
– Xewna we ya bextewariyê çiye?
Kurdên me gelek li wan cîyan jiyan dikin: li Ewrupa, Emrîka u georgia û 3Israel. Xewna min ewe, jibo muzîka kurdî li her welate kî an kontînentekî firmeyên muzîkê hebîn jibo belavkirina muzîkên kurdî, heta kurd xwe jibîr nekin u canda xwe jibîr nekin. Ev jibo min gelek giringe, firmeyên belavkirina muzîke bi sêwayekî profesyionel karbikin.
– Tiştekî ku te herî zêde eciz dike çiye?
Tiştê herî zêde min aciz dike ewe ku mirov Kurd be û bi zimanên dîtir xizmetê bike.
– Rojekî normal ya Rênas Mîranê çawa derbas dibe? Ji xeynî mûzîkê tu herî zêde bi çi re mijûl î?
Rastî roja min piranî muzîk an jî tiştên bi muzîkê ve têkilidar ve dibihure, hevdîtinên min, derketina derve, telefonên min, peywendiynê ser înternetê, pranî di çarçoweya karê min yê muzîkê ve derbas dibe. Vê dema talî min dest avêtiye karê Vîdeo yê jî, min lê nerî di warê vîdeo de jî hunera min heye, êdî produktiona karê video jî dikim. Ji ber wê piranî jiyana min bi vî rengî tijî dibihure, lê bi malbat û hevalên xwe ve jî dema xwe dibihurînim. Li vir her ku min qala wan kiriye, bi salane desteka hevalên min Brusk û Nura ji min kêm nebû. Gelek sipasiya wan jî dikim. Rastî keda wan di van karê min de pire. Ez bi tenê nehiştim.
“Ez hêvîdarim ku muzikjenên kurd, tenê projeyên bi kurdî pêşbixin”
– Di dawiyê de derveyî pirsên vê hevpeyvînê tu dikarî tiştek bêjîn ji xwendevanên me re û lê zêde bikî…
Ez dixwazim bêjim, bila ciwanên kurd bi zimanê xwe strana bêjin u cêbikin. Her roj email ji me re tên, ciwanên kurd dixwazin bi tirkî strana cêbikin. Ev ne base. Ez hêvîdarim ku muzikjenên kurd, projeyên kurdî pêskbixin. Bi zimanê tirkî, tirk bixwe cêdikin, ev karê wane, karê me nîye. Wekî dî jî pirsgireka sponsor u alîkarî jibo projên me heye. Dibe ku karmendên kurd hinek alîkarîya projeyên giring bikin.
-Em wek HAWAR NET’e spasiya te dikin û di karên te de serkeftin û pêşketinê dixwazin…
Ezjî gelek sipasîya Hawar Net dikim jibo ev hevpeyvîna ciwan û pîrozbahîya rojnama we dikim, serçavên min hatin.
HAWAR NET