Rêpîvana Gimgimiyan li dijî bendavê

Rêpîvana Gimgimiyan li dijî bendavê

Rêxistina BDP’ê ya navçeya Gimgima Mûşê li dijî çêkirina Santrala Elektirîkê ya hîdro meşekê pirotestoyî li darxistin. Platforma jingehê ya Gimgimê û gelek saziyên din yên sîvîl jî piştgiriya meşê kirin.

Bi pêşendiga rêxistina BDP’ê ya navçeya Gimgima Mûşê li dijî avakirina bendavan meşek hate li darxistin. Saziyên sîvîl yên weke Pilatforma jîngehê ya Gimgimê, HDK, SES, Egitim Sen, Tum Bel-Sen, DİVES û Genel İş jî piştgiriya meşê kirin. Çalakvan bi wesayitan ji navçeya Gimgimê hatin gundê Dapakê û ji wê derê jî bi meşê xwe gehandin geliyê Goşkarê ku şantiyeya bendavê lê ye. Çalakvanan pankartên li ser nivîsîne ’Bila qereqol û bendav çênebin, Bila zimanême, çanda me û nasnameya me azad biherike, em pêvajoya çareseriyê silav dikin, komkujiya Liceyê şermezar dikin, xwedî li sirûşta xwe derbikevin’, hildan.

Li ber şantiyeya bendavê serokê BDP’ê yê nevçeyê Guven Meşe axavtinek kir û diyar kir ku ev polîtîkayên hukumetê xizmeta pêvajoya çareseriyê nakin. Meşe got; ’Qadên me yên jiyanê têk dibin, bi vê awayî nikarin polîtîkayên ewlekariyê bi rêve bibin’. Guven bang li gelê Gimgimê jî kir û ji wan xwest ku di kompanyayên ku bendavan dirûst dikin de kar nekin û got; ’Dvê em ji bîr nekin ku dewlet û kompanya ji bo berjewendiyên xwe van şixulan dikin. Emê jî bi heman awayî bi biryar jîngeha xwe biparêzin û çalakiyên xwe bidomînin’.

Piştî Guven endamê meclîsa giştî ya BDP’ê ya bajarê Muşê Ebdulbaqî Alp jî axivî û diyar kir ku mebest ne dirûrstkirina elektirîkê ye û kompanyayên xulamê dewletê li pey rantê ne. Alp got; ’Eve çend salin em li dijî van plansaziyanin, me li vê derê çi bendav nevên, bila ev avahî bêne betal kirin’.

Girseya ku demekê li ber şantiyeyê rawestiya û çalakiya xwe encam da.

Çavkani DİHA