Rewaye ku Kurd daxwaza dewleta Kurdistanê bikin

Rewaye ku Kurd daxwaza dewleta Kurdistanê bikin

Yekemîn wezîrê karê derve yê AKP’ê Yaşar Yakiş diyar kir ku divê Tirkiye di gel Kurdên Suriyê xudan pêwendiyên baş be û got: ’xeyala Kurdan ya dewqleta Kurdistanê rewa ye û divê em jî qebûl bikin’.

Yek jê ji damezrênerên AKP’ê û yekemîn wezîrê karên derve yê hikumeta AKP’ê Yaşar Yakiş karîgeriya rewşa Rojavayê Kurdistanê ya li ser Tirkiyê nirxand. Yakiş bersiv da pirsên rojnameya Taraf ya Tirkî û got: ’Heger qonaxa aşitiyê ya li Tirkiyê serkeftî be di warê Suriyê de jî encamên baş derbikevin.

Yakiş li ser pirsa gelo li Suriyê avabûna herêmek xweser ya Kurdan suprayz bû yan ne, got: ’Nexêr ne suprayz bû. Kurd di cîhanê de gelê herî mezin yê bêyî dewletin. Di nava axa 4 dewletan de 40 milyon şêniya Kurd heye. Ji mêj ve ez dibêjim ku dereng yan zû, dê dewleta serbixwe ya Kurdan ava bibe. Pêngava yekem ya giring li bakûrê Îraqê avêtin. Duvre Xweda bû harîkarê wan û li Suriyê jî rewşek weha ava bû. Her weha Tirkiyê pêwendiyên xwe yên di gel Suriyê de birî bû. Nexwe me dikariya baştir şikil bidin vê herêma li bakûrê Suriyê.

Li ser pirsa gelo divê helwesta me ya beramber Kurdên Suriyê çi be jî Yakiş diyar kir ku heger qonaxa aşitiyê ya li Tirkiyê encamgir be dê eve encamên baş jî bide. Yakiş got ku di sala 2000’an de wî ji bo Gul pêşniyar kiriye ku pêwendiyên xwe yên li gel Kurdan baş bikin û niha ji bo Kurdên Suriyê jî heman tiştî hizir dike. Suriyeyî dikarin biryara paşeroja Suriy3e bidin. Tenê em dikarin di gel wan de pêwendiy3en xwe xweş bikin.

Rojnameya Taraf pirs dike ka li herêmê paşeroja Kurdan çawa be û dewletek serbixwe bihête ava kirin yan ne, Yakiş bersiv dide û dibêje Xeyalê vê gelê ev hinde mezin ya avakirina dewletê heye. Ev xeyalek rewa ye. divê em jî qebûl bikin. Li Îraqê ji xwe herêmek otonom heye. Ji wesfê xwe yê Suriyê jî gavan paş de navêjin. Esed serbikeve jî nikare tiştekê li Kurdan bike. Ev qonax dê hêdî-hêdî diyar bibe.

Yaşar Yakiş behsa bîranînek xwe yê Meclîsê jî kir û got ku dema ew li meclîsê serokê komîsyona yekitiya Ewropayê bûye şandek ji Îraqê hatine. Şandê gotine ku li Îraqê Şie bi zincîran li xwe didin, Kurd xeyalan dikin û Sunî jî bi rêve dibin. Yakiş got: ’Lê niha êdî ew roj derbaz bûn. Kurd xeyalan dikin, lê xeyalên pêk neyên jî nakin û li dûv de baz nadin.

Rewanbej.net