hilbijartin_2015_rewanbej
Encamên hilbijartinê kêlî bi kêlî di Rewanbêj de

Ligor jimartina ji sedî 97’a sindoqên dengdanê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê 4 mîliyon û 985568 deng bidest xistine û bi wî awayî ji sedî %10.6 a dengan û 59 kursiyên parlementoya Tirkiyê bidest xistine.

_____________________________________________________________________________________________________________________

21:26

Navenda Krîzê ya HDP’ê ya Stenbolê diyar kir ku gelek girtekên di sindoqan de û encamên YSK’ê hevdu nagirin

Li gor agahiyên Ozlem Sezer a li Navenda Krîzê hatine girtin, li herêma 2. Bayrampaşa herî 12, li Beşîktaş herî kêm 5, li Beyoglû herî kêm 3, li Fatîh herî kêm 5 sindoqan de girtekên hilbijartinan û daneyên derbasî YSK’ê tên kirin hevdu nagirin, ferqeke mezin di daneyên dengan de heye.

______________________________________________________________________________________________________________________

Ligor encamên destpêkê yên hilbijartinê piştî vekirina 81.3 ji sedî ya sindoqên dengdanê, rêjeya dengê partiyên sereke yên beşdarî hilbijartinê bi wî awayî ye:

AKP: %50.5
CHP: %24.3
HDP: %10.4
MHP: %11.7

______________________________________________________________________________________________________________________

Ligor encamên destpêkê yên hilbijartinê piştî vekirina 73 ji sedî ya sindoqên dengdanê, rêjeya dengê partiyên sereke yên beşdarî hilbijartinê bi wî awayî ye:

AKP: %51.3
CHP: %23.3
HDP: %10.6
MHP: %11.5

______________________________________________________________________________________________________________________

Ligor encamên destpêkê yên hilbijartinê piştî vekirina 44 ji sedî ya sindoqên dengdanê, rêjeya dengê partiyên sereke yên beşdarî hilbijartinê bi wî awayî ye:

AKP: %51
CHP: %20
HDP: %11.4
MHP: %11.1

______________________________________________________________________________________________________________________

18:20

Heya niha %27.6 sindoqên dengdanê hatine vekirin, li gor encamên destpêkê encam wisa ne:

Amed:

HDP: 79.1

AKP: 14

Wan:

HDP: 74.8

AKP: 19.4

Hekarî:

HDP: 86.4

AKP: 8.85

MHP: 2.8

Agirî:

HDP: 78.2

AKP: 15.8

Mûş:

HDP: 71.3

AKP: 24.3

Urfa:

AKP: 46.7

HDP: 38.5

Stenbol:

AKP: 40.9

CHP: 29.4

HDP: 12.4

______________________________________________________________________________________________________________________

16:40

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê, Îdrîs Balûken, piştî bidawîbûna proseya dengdanê li Bakurê Kurdistanê bang li gelê Amedê û tevahiya Kurdistanê kir. Balûken got: “Ji vê kêliyê û pêve ya divê were kirin, xwedîderketina li sindoqan e.” Balûken diyar kir ku di bernameya wan de ti pîrozbahî nîne û hişyarî da ku lidarxistin pîrozbahiyan wê firsendê bide dizekên dengan.

______________________________________________________________________________________________________________________

16:20

Li gelek deveran navgînên bêhejmar têne dîtin. Ev terembêlana çendek jê aşkere bûn ku yê AKP ne.

______________________________________________________________________________________________________________________

16:00

Dema fermî ya dengdanê li 32 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û navçeyên din yên Rojhilatê Tirkiyê bidawî bû. Ji ber ku proseya dengdanê li Bakurê Kurdistanê demjimêr 7:00’ê serê sibê destpêkiribû, dengdana li Bakurê Kurdistanê demjimêrekî zûtir wate demjimêr 16:00’ê de bidawî dibe.

______________________________________________________________________________________________________________________

15:36

Li Sitenbolê Beyoglu dibistana Haliç, alîgirên AKP êrîşî alîgirên HDP kirin. Kurdek birîndar kirin.

______________________________________________________________________________________________________________________

15:25

Mihemedê Êrsî (Mehmet Esen) yê 130 salî, ku li gundê Êrsê yê navçeya Sêrt Dihê dijî, dengê xwe bi alîkariya neviyên xwe bi kar  anî.

Mirovê herî bi emr ê cîhanê, Mihemedê Êrsî weke her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî çû ser sindoqan.

Êrsî  di  Şerê Cîhanê yekmîn de li 3 eniyên cuda de şer kiribû, tevî ku di damezrandina Komara Tirkiyê de cih girtibû jî, di sala 1992’ê  de ji ber ku gundê wî ji aliyê leşkeran ve hat valakirin, neçar ma koçî navçeya Hatay Dortyolê bike. Êrsî  di sala 2004’ê de vegeriya  gundê xwe.

mihemede_ersi_hilbijartin


15:15

Li Sêrtê cîhê sindoqên dengdanê hate guhertin, bi henceta baş nebûna cihê sindoqan li xwendingeheke Sertê, sindoqên jimare (1001-1002- 1003-1004-1005-1006) ê bo xwendingeha General Eşref hatine veguhestin. Ev yek bû sedema nerazîbûna xelkê herêmê.

sert1


15:00

Li Amedê, ne tenê hilbijêr, şanda çavdêr a ji Ewrûpayê jî rastî  zexta polîsan hat.

Li Yenîşehîrê şanda Ewrûpiya ji  6 kesan û li Pîranê wergêrek hate binçavkirin.

şanda Parlementoya Ewrûpayê ji ber zextan got, “Me ev atmosfer li tu deverên cîhanê nedîtiye. Dîmenekî ku di demokrasiyê de cîh nagirin li wir hene.”

Martina Michels ku  di nava şanda Parlamenta Ewrûpayê de ye diyar kir, ku li pêşberî tiştên dîtiye matmayî maye. Li Amedê demokrasî ji holê rabûye, hebûna polîsan a bi vî rengî li dibistanan, pêşî li her şêwe provokasyonan vedike: Rewşa li vê derê li tu pîvanên demokrasiyê nayên.

amed_01-11-2015_2

amed_01-11-2015


14:30

Li gundê ”Karabaş” a navçeya Sûr a Amedê alîgirên AKP’ê rê li ber Şanda Parlementoya Ewrûpa ku ji bo çavdêriya hilbijartinan çûne Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê girtine.

Hêjayî gotinê ye şer di navbera aîgirên AKP’ê û wergêr û ajovanê şandê re çêbûye.


14:15

HDP’ê, ji bo hilbijêrên ku bi hîleyan bihesin gilî bikin, nûmarayên telefonê weşand.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijêr li ser sindoqan e. Hîle û zextên hikûmeta AKP’ê jî mîna 7’ê Hezîranê dewam dikin. Ligor agahiyan heyetên navneteweyî, dengder, rêxistinên civakî yên sivîl rastî zextên AKP’ê tên.

Navenda Giştî ya HDP’ê li dijî van zext û hîleyan çend nûmarayên telefonê ji bo dengderan weşand û ji wan xwest bi dîtina her hîle û binpêkirinekê de peywendiyê bi wan jimareyan bikin.

______________________________________________________________________________________________________________________

14.10

Li Kocaeliye Muxtarê taxê aşkere alîgiriya AKP kir. Dijî malbateka alîgirê HDP pev çû.
Begleya dengdanê ya destê jineke nexweş qetand.

JI BO GILÎKIRINÊ NÛMARAYÊN TELEFONÊ

0544 397 69 52
0544 397 69 47
0544 397 69 58
0544 397 76 24


12:45

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) li Enqerê dengê xwe bikar anî û piştre di peyameke kurt de ragihand: ”Ji bo geş bûna demokrasiyê li Tirkiyê em hatine ser sindoqan. Nefret li tundûtîjî û terorê, me niha pêwîstî bi aramî û aştiyê heye”.


12:25

Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan li bajarê Stenbolê tevî hevjîna xwe dengê xwe bikar anî. Piştî dengdanê Erdgan peyamek da û got, dubare kirina hilbijartinê cihê girîngiyê ye ku bibe sedema aştî û xêr û xweşiya gelê Tirkiyê.

Erdogan herwiha raghand, îro xala dawiyê ye, bi her awayî be em hurmetê didin dengên hevwelatiyên xwe, lazime rê li encamên hilbijartinê bê girtin”.


11:35

Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu tevî hevjîna xwe Sara Davutogluyê li bajarê Konya û li navenda nêzî mala xwe dengê xwe bikar anî.

Serokwezîrê Tirkiyê piştî dengdanê di peyamekê de ragihand: îro weke erkê hevwelatî bûnê em cardin çûne ser sindoqan, hêvîdarim ew hilbijartin bibe sedema xêr û xweşiya welatê me. Navbirî herwiha hêvî xwest ku proseya hilbijartinê di atmosfereke demokratîk û dûrî tund û tijiyê birêve biçe”.


10:00

Demjimêr dehê sibê, Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan (HDP)’ê Selahedîn Demîrtaş yekem serok part bû ku li navenda Sultanbeylî ya Stenbolê dengê xwe bikar anî. Piştî dengdanê Demîrtaş di daxuyaniyeke kurt de behsa girîngî û hestiyariya vê hilbijartinê di dîroka siyasiya Tirkiyê de kir û hêvî xwest encamên hilbijartinê xêr û xweşiyê ji Tirkiyê re bîne.

Îro 1’ê Mijdarê hevwelatiyên Tirkiyê ji bo hilbijartina endamên 26 mîn dewreya parlementoya welatê xwe cardin diçine ser sindoqên dengdanê.

Di hilbijartina îro de navê 54 mîliyon û 49 hezar û 581 dengderan hatiye tomar kirin û li 175 hezar navendên dengdanê dê dengên xwe bikar bînin. Hejmara şêniyên seranserê Tirkiyê 78 mîliyon kese.

Proseye dengdanê demjimêr 8:00’ê sibê destpêkir, lê li navçeyên Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Tirkiyê proseya dengdanê ji demjimêr 7:00’ê sibê destpê kiriye.

Ligor agahiyan proseya dengdanê li 32 parêzgehên Bakurê Kurdistanê demjimêrekî zûtir ji 49 parêzgehên din yên Tirkiyê wate demjimêr 16:00’ê de bi dawî dibe.

Ligor amarên fermî yên Hikûmeta Tirkiyê, hejmara Kurdan li Tirkiyê bi giştî 15 mîliyon kes e ku ji vê hejmarê 9 mîliyon kes li Bakurê Kurdistanê û 6 mîliyon jî li parêzgehên Tirkiyê dijîn.

Her partiyeke beşdar di hilbijartinê de ji bo derbazbûna parlemntoyê lazime zêdetirî %10 dengan bidest bixe ku dibe 55 kursiyên parlementoyê da bikare berbesta hilbijartinê desrbaz bike.

 

 NÛÇEYÊN LEZGÎN, BÛYERÊN AWARTE, WÊNE Û VÎDEO JI BO ME BIŞÎNIN EM BIWEŞÎNIN…

Nûkirina Dawî : 01 Nov 2015 9:49

Xwendin: 291


Leave a Reply