• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Roja tarî

Roja tarî


barkirin: Rezber 12, 2015, 11:26


Em di rojên gelek tarî de derbas dibin. Pîştî hilbijartinên 7 ê Hezîranê wek avê zelal bû ku ewê hikumet çênebe, ji ber ku ferman ji jor, ji qesrê hatibû ku ewê hilbijartin were dubarekirin. Piştî wê nêzîkî 2-3 meha hikumeta AKP ê şanoyek ku dawiyê xuya bû, lîstin. Di dawiya şano yê de gotin: Me xwest, lê nebû!

Bi vî awayî him bi aqil û mejiyê gel henekê xwe kirin û him jî tirkî berbi xeteriyekê ve bi rê kir. Ev hilbijartin ewê bihata dubarekirin û ji bo ku AKP e bi ser bikeve, ewê hemû lîstikên qirêj û gemarî bihata ceribandin. Di nava van deman de û berî hilbijartinê jî Kurdistan û Tirkî di nava rojên tarî de derbas bûn û hîna jî rojên tarî bi dawî nebûne.

Xwîn rijiya û rojên tarî belav bû. Tenê ji bo ku kesekî nexweş desthilatdariya xwe ji dest bernede. Tenê ji bo ku kesekî xwe padîşahê vî zemanî dibîne, ji hikumetê nekeve. Tenê ji bo ku kesekî ku neviyên bira- û bavkûja xewnên xwe yî qirêj pêk bîne. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, ji bo ku ew qesra ku ji xwînê lêkiriye, li ser stûnên derewîn hilneweşe. Gelek kes birîndar bûn, gelek kes hatin girtin, gelek kes xemgîn bûn, gelek kes giriya û hîna jî rojên tarî ji ser me neçûye.

Li Pîrsûsê xwest çavên hemû kesê ku piştgiriyê didin Kurdan bitirsîne. Xwest ji wan re bêjin: Heger hun piştgiriyê bidin Kurdan, ewê wisa xwîna we birje!

Li Amedê xwest bêjin: Em nahêilin ku rojekê jî kêfxweş bibin. Emê kêfxweşiya we bi xwînê xera bikin!

Piştre li Cizîra Botan û li Amedê û li Farqînê û li Herema Serhedê xwest bêjin: Mafê we yî jiyanê tuneye! Heger hebe jî, ewê di bin fermana me de be!

Ya herî dawî jî li Enqerê xwest hemû kesên ku aştiyê dixwazin tune bikin û vê peyamê bidin: Heger “Sultanê Derewan” desthilatdariyê wenda bike, ewê her roj xwîn birje û rojên tarî bi dawî nabe!

Niha heger ku em van hemû perçeyan bidin ser hev, wêneyekî gelekî zelal derkeve holê. Rêyek ewe ku ewê hemû Kurd û Tirkên ku aştiyê dixwazin û dixwazin rojên ronî were, bi awayekî girseyî dengên xwe bi kar bîne û partiya xwe HDP ê ji %15-16 a û bi 100 Nûneran têxe Parlementoyê û dawiyê li rojên tarî bîne. Rê ya dûyemîn gelekî tarî û bi xwîne. Ew jî heya hilbijartinê ewê zarokên Ehrîman, neviyê Selçuk û Osmaniyan ewê axa pîroz bikin gola xwînê.

Niha dibê em tiştekî baş diyar bikin û li gora wê tevbigerin. Dewletek û hikumetek ku bi dijminatiyek nijadperestî nêzîkî gelê kurd dibe heye. Ji aliyê din ve hikumetek û kesekî ku hewce bike, ewê hemû tirkî bişewitîne, ji bo ku desthilatdariya xwe wenda neke. Li himber vê dijminahiyê hemû berxwedan, hemû rê û rêbaz, hemû parastin, hemû fîşek mafdare. Ev ne qedera Kurda ye ku herdem ew bedela hemû tiştan bidin. Evren çû û bedel neda û hesab jê nehat xwestin, Demirel çû kesekî hesab jê nexwest, Çiler saxe, kesek hesab jê naxwaze. Lê ewê Erdogan bê hesab neçe. Hemû rojên tarî ewê berdêla wan ji wî were xwestin. Hesabê hemû hêsirê dayikan ewê were xwestin.

Ji bo ku ev hesab were xwestin û sultanê osmaniyan di nava gunehan de were fetisandin, dibê ku hemû kes xwedî li vê şoreşa azadiyê derkeve. Perçeyekî vê şoreşê jî ewe ku xwedî li vîna xwe derkeve û xwedî li partiya xwe HDP ê derkeve. Berovajî wê, ewê rojên tarî bi dawî nebe û ewê Kurdistan gelek salên din aram ranekeve!

dîtin: 271

Pêveker:

roja tarî