Rojava - Rewanbej
Rojava Roniya Azadiya Gelan e | Hoşeng Hesen

Çar sal bi ser şoreşa gelên Sûriyê re derbaz dibin, li her derê Sûriyê gel daket kolanan û pêla bihara gelan ya ku ji Tunisê destpêkir li Sûriyê pêşwazî kir. Piştî jiyana nêzî 40 salî di bin zilm û zordariya rêjîma Beis a Sûrî de û bi dengê bilind di riwê dagikeran banga azadiyê kir û bi sîngê vekirî bi hovîtiya rêjîmê re rû bi rû ma, lê dîsa gel ji biryara xwe vengeriya. Lê piştî leşkerkirna vê şoreşê dest têwerdana hêzên navnetwî û herêmî di nava vê şoreşê de çêbû. Şoreş ji riya xwe ya rast derket û ber bi berjewndiyên yek alî ve çû û êdî îro li sûriyê bi dehan hêz hatine damezrandin ku her yek ji wan ji bo desthilata xwe şer dike û berjewndiya alîgirê xwe yên derve pêk tîne.

Rojavayê Kurdistanê ango Bakurê Sûriyê ku piraniya welatiyên wê Kurdin , yek ji wan herêman e ku ji destpêka şoreşa Sûriyê di nava tevgerê de bû, lê bi rê û rêbazek cuda ji deverên din yê sûriyê ku nebû çekek di destê hêzên derve, ku berjewendiyên wan pêk bîne an bibe dika lîstikên rêjîmê , gel riyek cuda hilbijart ew jî riya rêxstinbûnê û bi slogana avakirna jiyanek hevbeş bo hemû pêkhatiyên vê xakê bi îrade û vîneke mezin tevî hemû zehmetî û astengiyan dest bi meşa xwe ya di vê riya dirêj de kir.

Gava yekem avakirna mecalisin gel li her kolan, tax, bajarê ku êdî dev ji saziyên dewletê berdin û xwe bi xwe rêve bibin û pêre sazî û rêxistinên civakî avakirin ,weke saziyên ciwan, jinan, abûrî, xizmetguzarî û hwd.

Roj bi roj ev sazî û rêxistin mezin bûn û karê rêvbirnê bi cîh dianîn, tevî ku kêmasî jî hene û xebat ne di asta ku dihat xwestin de bû, lê dîsa jî ew kar hate berdewam kirin û gel li ser doza xwe bi îsrar bû.

Di sala 2014’ê de şoreşa li Rojava derbasî pêvajoyek nû bû, ku cara yekem hemû pêkhate ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Turkmen, Ermen û hemû netewên ser xaka Rojava jiyan dikin bi hev re sîstema xwe ya rêvberiyê bi rengekî fermî raghandin, ew jî sîstema Rêvberiya Xweseriya Demokrat û pê re li Rojava sê Kanton hatin avakirin( Cizîr, Kobanê, Efrîn) û ji her kantonê deste û xebata xweser li gorî rewşa wê kantonê. Bi vê re di 2014’ê de navê şoreşa Rojava li herdera cîhanê belav bû û Rojava bû qubleya berxwedana mirovahiyê li hember çete û terorîstan. Dema şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê destana qehremaniyê bi xwînê nîvsandin û li her çar aliyê cîhanê bo piştgriya Kobanê û Rojava daketin kolanan.

Tevî kêmasiyan jî mirov roj bi roj pêşketinin guncaw di vê şoreşê de dibîne û raya navnetewî jî êdî şoreşa Rojava bi rengekî fermî an veşartî dipejrîne û nimûna vê yekê alîkariya welatên derve bi şervanên YPG/YPJê re û herwiha serdana şandên navnetewî ji Rojava re û pêşkêşkirna alîkariyê jêre.

Di dîroka 5 salan a şoreşa Sûrî de , yekemîn car hêzên leşkerîiyên cûda li ser xaka Rojava gihan hev û bi kordîneykê bi hev re Hêzên Sûriya Demokratîk di 15 cotmeha 2015’ê de bi rengekî fermî raghandin û dest bi pêvajoya rizgakirna xaka Sûriyê kirin.

Tevî hemû astengî, zehmtiyê û êrîşî di her warî de, şoreşa Rojava roj bi roj pêşdikeve û mezin dibe û riya ku têde meşiya ronîtir dibe ew jî roniya azadiya gelan e.

Nûkirina Dawî : 28 Nov 2015 20:54

Xwendin: 205


Leave a Reply