Rojnameya Guardian: Metirsiya herî mezin ya Erdoxan ew bi xwe ye

Rojnameya Guardian: Metirsiya herî mezin ya Erdoxan ew bi xwe ye

Rojnameya Guardian ya Brîtanî di çarçoveya bûyerên dawî yên li Tirkiyê de analîzek li ser serokwezîrê Tirkiyê R. Tayyîb Erdoxan  kir û diyar kir ku metirsiya herî mezin bo Erdoxan ew û derdora wî bi xwe ye.

Rojnameyê cîh da gotinên rawêşkarê Erdoxan yê nû Yigit Bulut ku dibêje: ’hewl didin ji dûr ve Erdoxan bikujin!.

Nivîskarê rojnameya Guardian Fiacchra Gibbons di nîvîsa xwe de diyar dike ku rawêşkarê Erdoxan egera protestoyên Parka Geziyê dizane ew jî telekînezî ye, an ku ji dûr ve kuştine. Gibson dibêje hikumet hewl dide protestoyên Parka Geziyê bi teoriyên pîlangeriyê rave bikin. Gibbons dibêje ku hikûmeta AKP’ê sedema van rûdanan bi CIA ve, bi Ewropaya ku hesûdiya aboriya Tirkiyê dike ve, bi hêzên derekî yên harîkariya terorê dikin ve, bi lobiya faîzan ve, bi Cihûyan ve her weha bi kompanya Elmanî ya balafirxaneyê ve girê dide.

Telekinezî gotinek Yewnanî ye, dihête wateya kuştina ji dûr ve û der dora Erdoxan jî bi van teoriyan bawer dikin ku li dijî Erdoxan telekînezî heye, bi vê awayî metirsiyan bo xwe û bo serok wezîr amade dikin. Wezîr û ragehandin tev de ketine pêşbirkê ka dê kîjan teoriyekê baştir yê pilangeriyê çêbike. Ji ber vê weke jêdera rûdanênli Tirkiyê BBC, CNN û her weka ajansên weke Reuters jî dikin jêder.

Gibbons diyar dike ku di dema xwepêşandanên Stembolê de Erdoxan xwe şibandiye Ednan Menderesê hatiye darvekirin û dibêje ku ji wê rojê û pêve, şûna ku Erdoxan piran ava bike, piran dixe bin kontrola xwe û tola xwe distîne. Gibbons amaje bi wê yekê dike ku metirsiya herî mezin ya li dijî Erdoxan û ew bixwe û derdora wî bi xwe ye. Ev rewşa Erodoxan ji bo Osmaniyan weke nostaljiyek bê hêvî ye. Ji ber ku Erdoxan bi xwe jî pirr baş dizane ku pirraniya padîşahên Osmaniyan ne di şer de, lê di qesra xwe de bi destê xulamên xwe hatin kuştin.