Rûdaneka dîtir ya kujer bi navgihêna Tesla pêk hat

Rûdaneka dîtir ya kujer bi navgihêna Tesla pêk hat

Afrênerê Navgihînên bi elektrîk Tesla, ji bo navgihînên rûdanên trafîkê daxuyanî da û diyar kir ku ewana di rewşa birêveçûna xweberde bûne. 
Tesla Kargeh an ku Kompanyaya herî mezin û sereke ya derhênana terembêl û navgihînên elektrîke. Tesla giranî didê wê yekê ku terembêlên dertênê gav bi gav xweber bin û di pêşerojê de pêdivi bi mirovan nebînin. Bo vêya jî Model X ya tesla mînakeka balkêşe ji bo navgihînên pêşerojê. Bi gelek taybetmendiyên xwe navgihîn xwe bi xwe birêve diçe û gelek tiştan bi xwe dike. 

Lê hindek rûdanên hatûçûnê vê demê bûne mijara gotûbêjê. 
Di rûdaneka 23 yê Adarê de, navgihîneka Tesla, pêşbendên kêleka rêkê ketibû û agir girtibûyê de. Kompanyayê daxuyanî dabû û diyarkiribû, ajovanê 38 salî ku di rûdanê de jiyana xwe jidest dayî, beriya rûdanê bi çend saniya navgihîn girtibû rewşa xweberiyê û destê xwe ji ajotinê kişandibû. Lê belê li ser mijara ku navgihînê ew bendên rêkê yên beton naskirine an na tu daxuyanî nehatine dayîn. 

Di malpera Tesla de li ser bûyerê weha hate gotin; Beriya Rûdanê, ji bo ku ajovan çavdêriyê bigre dest xwe, ji aliyê navgihînê ve, him bi deng him bi dîmen peyam wergirtin. Ajovan, beriya li bendên betonî bikeve bi 150 metroyî û pênc saniya dikarî bendên betonî bibîne, lê belê tiştek nekir. 

Navgihînên tesla pergala xwe ya xweber, dikare raweste, zû biçe, di gelek rewşa de berê navgihînê biguhere. 

Bi hemî rûdan û arîşeyên derdikevin jî, navgihîna tesla vê gavê navgihîna herî pêşketî ya pêşeroyê ye.