Rûsiya çekan nade Esed

Rûsiya firoştina firokeyên leşkerî û roketên S-300 ku wê bidana rejîma Esed hîşte pişt re, û dibêje ewê piştî 3 salên din wan firokeyan bide Sûriyê.
Li gor jêderan, Rûsiya firoştina firokeyên cengê û roketên S-300 yên ku wê didana rejîma Esed derengxistin, sedema wê yekê jî ew ku rejîma Esed pereyên wan nedane.
Rojnameya Komîrsant ji jêderekî kompaniya Rûsboron Êksport ku navê xwe eşkere nekiriye veguhast, ku dê Rûsiya wan 12 firokeyan heta sê salên din radestê Sûriyê bike, herwiha Eşkere kiriye ku firoştina roketên S-300 jî, ji ber sedemên madî û teknîkî hatiye rawestandin.
Wek tê zanîn heta niha Rûsiya li dijî navkariya leşkerî ya di hindirê Sûriyeyê de ye, û serokê Rûsiya Filadîmêr Botîn ji Emerîka daxwaz dike ku Emerîka bilgeyan li ser ku Esed çekên kêmyawî bikar anîne bide Rûsiya.
Rûdaw