• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rûsya: Me alîkariya PYD’ê nekiriye

Rûsya: Me alîkariya PYD’ê nekiriye


barkirin: Rezber 19, 2015, 1:59


Balyozê Rûsyayê yê Ankarayê, Andrey Karlov di hevpeyvînekê de bi ajansa RİA Novostiyê de got, hebûna wan li Sûriyê bi destûra Şamê ye û Rûsyayê heta niha di warê çek û cebilxaneyan de alîkariya  PYD’ê nekiriye.

Karlov zanyariyên nû dan û got, çend roj berê Wezareta Derve ya Tirkiyê ew vexwendiye û  di nava van gengeşeyên wan de mijara Kurdên Sûriyê jî hebûye, li gorî rayedarên Tirkiyê, PYD’ê partiyeke qedexe û ser bi PKK’ê ve ye.

Navbirî di hevpeyvîna xwe de dibêje, pêywendiyên Rûsyayê yên navneteweyî ne li dijî  berjewendiyên dewletên cihanê û Tirkiyê ne. Herwiha me li ser daxwaza hikumeta merkezî ya Bexdayê çek ji wan re şandin. Xebatên me li Iraq û Sûriyê bi xwestek û daxwaza wan welatan e.

Balyozê Rûsyayê yê Ankarayê derbarê terorîst binav kirina PKK’ê û PYD û peywendiyên bi wan partiyan re gotiye, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî PKK û PYD’ê weke rêxistinên terorîstî nabînin. Heta niha weke Rûsyayê tu peywendiyên me bi PKK’ê çênebûne, lê me bi nûnerên PYD’ê re çend caran hevdîtin pêk anîne.

dîtin: 166

Pêveker:

rûsya me alîkariya pyd