Rusyayê balafireke sîxûrî ya Amerîkayê daxiste erdî

Rûsya ku eve 3 hefteye li Kirimê dibin venêrîna xwe ya leşkerî de digre, diyar kir ku balefirekî keşfê ya bêmirov ya Amerîkayê daxistiye erdê.
Li gorî nûçeya ku fîrmaya çek û teknolojî ya Rûsyayê Rostex’ê balafirekê bê mirov ya keşfê ya Amerîkayê bi modela “MQ-5B daxistine erdê. Lê belê nehate gotin ka ev yek kengî pêkanîne.
Hat gotin ku balefira sixûriyê ji erdê 4 hezar metre bilind û bi çav ne dihate dîtin. Fîrma bi pêlên tevlîhev yên radiyoyê yên radio-elektronîk yên şandin, peywendiya di navbera balefir û operatorê wê de birîne û balefir rastexu daxistine.
Li gor nivîsên li ser balafirê hatiye diyarkirin ku ev balafir ya Amerîkayê ye û girêdayê hêza tugaya îstîxbaratê ya 66’an yai Almanyayê ye.
Der barê mijarê de Amerîka hetta niha ti daxuyanî nedane.