wpid-dawet_buk.jpg
Şahiyeka cûda bi kameravaniya Bûkê

Di bûyereke ecêb de wênegireke Slovenija, biryarê dide bi xwe wênegiriya şahiya daweta xwe bike. Encama wî karî, tomar kirina komeke rêzwêneyên tak û bêmînak ji demên gelek taybet û şexsî ne.
Dema Liisa Luts a wênegira Slovenija û nîşaniyê xwe biryara zewacê didin û dibînin ku tehemûla serêşeyên merasîmeke normal û hilbijartina kêk, amadekirina lîsteya mêvanan, hilbijartina cilûbergan û hwd nînin, Lissa ya wênegir biryar dide tiştekî nû biafirîne û bi awayekî din kêliyên daweta wan bêne tomar kirin.
Lissa di daxûyaniyekê de ji malpera ”MyModernmet” re gotiye: ” Tevî hurmeta min ji bo wênegirên meclîsan, min dixwest wêneyên me tiştek ”zêdetir nêzî me bi x

we” û ”esiltir û rastgûyanetir” bin û weke wêneyên şahiyên din nebin. Rêze wêneyên daweta Lissa û hevjînê wê gelek sade ne û bi kamerayeke wênegirtinê ya Fuji Film X-T10 ê kêlî û demên taybet û watedarên daweta xwe tomar kirine.

This slideshow requires JavaScript.

Nûkirina Dawî : 17 Sep 2015 12:57

Xwendin: 721