• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Salih Muslim û Barzanî civiyan

Salih Muslim û Barzanî civiyan


barkirin: Êlûn 15, 2015, 11:54


Doh (15’ê Îlonê) Hevserokê PYD ê Salih Muslim û nûnerên TEV-DEM’ê li Başûrê Kurdistanê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mc Gurk û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya. Tê îdîa kirin ku civîn bi serpireştiya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk hatiye rêkxistin.

Ligor nûçeyan civîn li bajarê Selehedînê pêk hatiye û  Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û alîkarê Nûnerê Taybet ê Obama yê Rojhilata Navîn Brett Mc Gurk, nûnerên Amerîkayê yên dosyaya Suriyeyê, sefîrê Amerîkayê yê Iraqê, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Nûnerê PYD’ê yê Ewrûpayê Ebdulselam Mustefa, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê li Başûrê Kurdistanê Dr. Mehemet Reşo, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Rawêjkarê Encûmena Parstina Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên û hinek generalên Amerîkayî amade bûn.

Brett Mc Gurk di hesaba xwe ya Tewitterê de Twittek weşand û ragehand: “Me civîneke giring bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê PYDê Salih Muslim re pêk anî.”

Ligor zanyariyan armanca sereke ya civînê pêşxistina têkiliyên ji bo têkoşîna li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ) ê bûye.

Piştî vê civînê Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê, Hêmin Hewramî jî li ser hesaba xwe ya Twitterê aşkere kir ku Hêzên Pêşmerge yên rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine dê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Tê payîn ku ev yek jî beşek ji lihevhatina rûniştina îro ya Hevserokê PYD, Salih Muslim û Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî be. Lê heya niha PYD û YPG tu zanyarî di vê derbarê de nedane. Li ser şandina Hêzên Pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê hatine perwerde kirin bo Rojavayê Kurdistanê di navbera PDKê û PYDê de nakokî hene.

 

 

dîtin: 184

Pêveker:

salih muslim û barzanî civiyan