Şanda BDP’ê li Silêmaniyê çû serdana YNK’ê

Şanda BDP’ê li Silêmaniyê çû serdana YNK’ê

Îro şandeyek BDP’ê ku ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selhedîn Demirtaş, Parlementera BDP’a Qersê Mûlkiye Bîrtane, Parlementerê BDP’a Wanê Nezmî Gûr û nûnerê BDP’ê yê Başûrê Kurdistanê Cemal Coşkûn pêk dihat çûne bajarê Silêmaniyê. Şande li Silêmaniyê çûne serdana berpirsê mekteba siyasî yê YNK’ê Mele Bextiyar û Endama Polîtbiro ya YNK’ê û hevsera Celal Telebanî Hêro Xan.

Şandeya BDP’ê ku ev çend rojin li Başûrê Kurdistanê ne bi gelek rayedarên partiyan û saziyên fermî re hevdîtin pêk anîn. Şanda BDP’ê îro jî li bajarê Silêmaniyê çûne serdana mala hevsera Serok komarê Iraqê Celal Telebanî Horo Xan û berpirsê mekteba siyasî yê YNK’ê Mele Bextiyar re hevdîtin pêk anîn.

Şandê ku bi xwere gelek diyarî anîbûn radestî berpirsê mekteba siyasî yê YNK’ê Mela Bextiyar kirin. Hevdîtina ku saetek û nîv dewam kir ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî hevdîtinê şandeya BDP’ê û rayedarên YNK’ê re li mala Hêro Xan bi hevre xwarin xwarin. Piştî xwarinê Hevserokê BDP’ê Salhadîn Demirtaş, Parlementerê BDP’ê Nezmû Gûr û berpirsê mekteba siyasî yê YNK’ê Mele Bextiyar derketin pêş çapemeniyê û daxuyanî dan. Bextiyar ku destpêkê axifî, xêrhatina şandeya BDP’ê kir. Bextiyar ku hevdîtin erênî dît wiha got: “Ev şande mêhvanên YNK’ê ne. Me di hevdîtina xwe de li ser rewşa çar parçeyên Kurdistanê û peywendiyên navbera BDP’ê û YNK’ê de niqaş kirin.”

Piştre jî Hevserokê Giştî yê BDP’ê Salhedîn Demirtaş ku sipasiya xwe ji bo YNK’ê anî ziman wiha got: “Ez di kesayeta Mela Bextiyar de sipasiya YNK’ê dikim. Me li vir bi Hêro Xan û Mele Bextiyar re hevdîtinek baş pêk anî. Ev hevdîtina me di demekî giring de pêk hat. Em sekna YNK’ê ji bo kongireya netewiya Kurd gelek erênî dibînin û pê keyfxweşîn. Wek tê zanîn damezrandina Hikûmeta Herêmê berdewam dike. Ez daxwaz dikim ku ev hikûmet bi şêweyekî erênî bi encam bibe û xizmeta gelê Kurdistanê bike.

Şandeya BDP’ê piştî hevdîtina xwe a li vir çûne bajarê Helepce. Li vir şandê bi berpirsê malbatên Helebce yê YNK’ê re hevdîtin pêk anîn. Şandê di dawiyê de jî çûne ser Goristana Helepce û li ser sembola goristanê gûl danîn.

Tê payîn şanda BDP’ê sibê piştî hevdtîna xwe a bi endamên polîtbiroya YNK’ê re vegerin Tirkiyê.