Peshmarga Commandar in Brusell-Rewanbej
Şanda Hêzên Pêşmerge li Ewrûpa ye

Doh (26’ê Cotmehê) şandek ji fermandarên Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve gihîştin Balcîkayê û biryare bi Lijneya Asayiş û Bergiriyê ya Parlementoyê û Encûmena Pîran a wî welatî û nûnerên welatên endamên NATO’ yê re bicivin.

Ligor zanyariyan şanda Hêzên Pêşmerge ji şeş fermandaran Pêşmerge pêktê û di nav de Şêx Ceifer Şêx Mistefa, Sîrwan Barzanî, Behrem Yasîn û fermandareke jin a Êzidî jî heye.

Armanca sereke ya şanda fermandarên Pêşmerge, beşdariya di civîna fermiya lijneya peywendiyên derve yê parlementoya Ewrûpayê ya taybet bi dosyeya Îraqê ye.

Ligor daxuyaniya Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmergeyan, Şêx Ceifer Şêx Mistefa, ew weke fermandarên ser erdê di şerê li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê de bo Parlamentoya Ewrûpayê hatine vexwendin û dê bi Lêjneta Asayiş û Bergiriyê re bicivin.

Navbirî gotiye, ew dê daxwaza pêdviyên ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê ji bo Hêzên Pêşmerge pêwîstin, bikin.

Di vê derbarê de Fermandarê Eniya Guwêr – Mexmûr a Hêzên Pêşmerge, Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de behsa rolê welatên Ewrûpayî di şerê li dijî DAIŞ’ê de kir û ragihand,  tevî girîng bûna wan alîkariyan, mixabin alîkariya wan welatan pir kêm bûne, lewma dê di civînên xwe daxwaza zêdekirina alîkariyan bikin û herwiha dê ji Yekîtiya Ewrûpayê bixwazin ku nûneratiya NATO’yê rasterast li Herêma Kurdistanê bê vekirin.

Hêjayî gotinêye Encûmena Parlemanê ya NATO’yê di civîna xwe ya salane de ji NATO’yê xwestibû bi awayekî cidîtir di warê alîkariya çek û pêdawîstî û perwerdeyê de bi Hêzên Pêşmerge re tevbigere.

 

 

Nûkirina Dawî : 28 Oct 2015 0:24

Xwendin: 176


Leave a Reply