• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şanda PDK piştî HDP serdana CHP kir

Şanda PDK piştî HDP serdana CHP kir


barkirin: Êlûn 15, 2015, 12:02
xwendin: 170


Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê ku ji bo beşdariya 5. Kongireya AKPê de li Tirkiyê ye, doh (14 Îlonê) li Ankarayê serdana baregaha Partiya Gel a Komarî (CHP) kir û ji aliyê Serokê Giştiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroğlu ve hate pêşwazî kirin.

Şanda (PDK)ê ji  Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê (PDK)ê Hêmen Hewramî û herdu Endamên Serkirdayetiya (PDK)ê Ehmed Kanî û Ebdulselam Reşîd pêk hatibû. Di malpera fermiya (CHP)ê de tenê bi nûçeyeke kurt behsa vê hevdîtinê hatiye kirin.

Şanda (PDK)ê rojek berê jî serdana Baregaha Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê kiribûn û bi Berpirsê Pêwendiyên Derve yê vê partiyê Nazmî Gur û Parlamenter Ayhan Bilgen hevdîtin pêkanîn. Tê gotin di hevdîtinê de Mîranî nameya partiya xwe radestî berpirsên (HDP)ê kiriye û bal kişandiyee ser wê yekê ku gelê Kurd şerê tu kesî nekiriye, lê gelek alî şerê wan dikin. Herwiha dilgiraniya xwe ji şerê ku li Tirkiyê derketiye anî ziman. Tê gotin şanda PDKê daxwaza berdewmakirina pêvajoya aştiyê kirine.

Mîranî di beşeke axiftina xwe de gotibû, ew dê payama xwe bigehînin (AKP) û (CHP)ê jî: ” riya rast ewe ku Kurd bi hişê siyasetê pirsgirêkên xwe çareser bikin’’.

Pêveker:

Şanda pdk piştî hdp serdana chp kir