• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şandeya Yekîtiya Ewrûpa serdana Cizîrê kir

Şandeya Yekîtiya Ewrûpa serdana Cizîrê kir


barkirin: Êlûn 16, 2015, 11:33


Şandeyeka ji koma keskên Yekîtiya Ewrûpa û Partiya Keskên Elmanya pêk tên li bajarê Cizîrê ku 9 rojan di bin dorpêça artêşa Tirk de mayî û 21 Kurd hatî kuştin lêkolîn pêk anîn. Şandeyê Yekîtiya Ewrûpa piştî serdana Cizîrê li gel parlementerê HDP Mithat Sancar di cihê wî de serdana hevserokê Şaredariya mezin ya Mêrdînê Ahmed Turk kirin.

Di derketinê de Hevserokê Koma Keskên Ewrûpa Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Keskên Elmanya Cem Ozdemir di derbarê bûyerên Cizîrê de ji bo bêdengbûna çekan daxuyaniyek dane rojnamevana.

Cem Ozdemir diyar kir û got ku ji bo encamê bûyera di cih de bibînin hatine deverê û weha berdewam kir; Cejna qurbanê nêzîk dibe, cejn pîroze. Di vê cejnê de bila çek bêdeng bin. Di destê kê de çek hebe bila destê xwe jê bikêşe. Tikaye em çekan bêdeng bikin. Hevdîtin bila dîsan destpê bikin. Tiştekî neyête çareserkirin tune. Ya giring ewe ku dil bixwaze.

Ozdemir berdam got; Em herkesî vedixwînin da ku dengê xwe bidin partiya herî nêzîkî me HDP ê. Li bajarên cuda yên Elmanya em dê civînan lidar bixin. Em herdû partî diwarê nêrîna li cîhanê de nêzîkî hevin. Baweriya me bi aşîtiyê heye. Baweriya me pê heye ku tund û tujî ne navgîneka çareseriyê ye. Em bawerî pê tînin ku di sedsala 21. de mirov tenê bi dayin û sitandinê bû hatina cem hev dikarin arîşeyan çareser bikjin. Em bawerî pê tînin ku eve jî tenê di Meclîsê de dikare pêk bê.

Tu nijad ji nijadê dîtir bilindtir nîne. Em tev bi yek hevnirxî hatine afirandin. Ji ber vêya jî li hemî beşan, hemî olan em wekî hev nêzîk dibin. Baweriya me bi cîhana dikare bête berdewamkirin heye.

 

CEM OZDEMIR KÎ YE?

dîtin: 172

Pêveker:

Şandeya yekîtiya ewrûpa serdana cizîrê kir