Kurdistan Oil- Turki - Rewanbej
Şandina Petrola Kurdistanê bi riya Tirkiyê cardin destpêkir

Şandina Petrola Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyê ku ji ber diziyê di (25’ê Îlonê) de hatibû sekinandin, cardin destpêkir.

Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, di daxûyaniyeke nivîskî de ragihand ku şandina Pertola Herêma Kurdistanê bi riya Bendera Ceyhanê cardin destpêkiriye.

Di daxûyaniyê de wiha behsa dizîna petrola Herêma Kurdistanê hatiye kirin:  ’’ Ev kiryara îxanetkarane ku li nêzê bajarê Urfayê pêkhatiye, têkdan û zirarê digehîne şiyanên gelê Kurd li hember terorîstên DAÎŞ’ê. Ji ber vê jî em ji aliyên peywendîdar dixwazin bikerên wan kiryaran û kesên ku çavdêriya boriya ku petrol Kurdistanê vediguhêze dikin pêşiya wan kesan û dubare bûna wî karî bigirin’’.

Dahata şandina Petrola Xav a Kurdistanê bi riya Tirkiyê, take çavkaniya sereke ya jiyana Herêma Kurdistanê ye, bêy vê dahatê, mûçeyê pêşmerge û Hêzên Asayiş û fermanberên hikûmetê dabîn nabin.

Piştî diziya ku tê îdîa kirin li nêzî bajarê Urfa ya Bakurê Kurdistanê ji boriya veguhêzere  petrola xav a Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku şandina rojane ya 70 hezar bermîlan digehîne 90 hezar bermîlan di rojê de.

Herwiha tê îdîa kirin beşeke zêde ya pereyê dahata petrol Herêma Kurdistanê ku di Halk Bank a Tirkiyê de tê razandin, diyar nemaye.

Li ser vê meselê Parlementoya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Samanên Xwezayî, Aştî Hewramî ku li ser Lîsteya PDK’ê ye jib o lêpirsînê vexwendibûn Parlementoyê.

Nûkirina Dawî : 27 Sep 2015 0:06

Xwendin: 507


Leave a Reply