Şanoger Mehemet Emîn Yalçînkaya wefat kir

Şanoger û endamê PEN a Kurd Mehemet Emîn Yalçînkaya wefat kir.
Yalçînkaya ku nêzî mehekî bû ji bo tedaviyê li bajarê Îzmîrê bû ber êvara îro 11\'ê Tebaxê bi sedema nexweşiya pankreansê wefat kir.
Biryare cenazeyê Yalçinkaya sibê veguhêzin Amedê û piştî merasima li Şanoya Bajêr a Amedê, demjimêr 15.00\'ê de li Goristana Yenîkoyê veşêrin.
Mehmet Emîn Yalçinkaya (Emîn Kosarî) di sala 1968\'an de hatiye dinê.
Di sala 1990\'ê de li Şanogeha Bajêr a Dr. Asena ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi karê şanoyê kir.
Navbirî ji hingî ve bi xebatên di warê şanogeriyê de mijûl bû û ligel gelek şanogeran xebatên hevbeş hebûn.
Piştî şaredariya bajê kete destê kurdan di nava lîstikên kurdî de cih girt û senaryoya çend lîstikan jî nivîsand ku yên herî naskirî: \"Zembîlfiroş\", Mala Dînan\", \"Mala Extiyaran\" in.
Piştî gur bûna şerê li Bakurê Kurdistanê di çend salên borî da qeyûmên hikûmetê bi vê hencetê dest danîn ser çend şaredariyên kurdan û Şaredariya Bajêrê mezin a Amedê jî di nav da, Kusarî jî tevî gelek şanogerên din ji şanoyê hat dûrxistin û bi wî awayî Şanoya Bajêr a Şaredariyê hate daxistin.
Piştî demeke kurt Yalçinkaya tevî çend hevalên xwe yên şanoger ji nû ve Şanoya Bajêr a Amedê vekirin û cardin dest bi lîstikan kirin.
Navbirî tevî karê şanogeriyê nivîs jî dinivîsandin û endamê PEN\'a Kurd jî bû.