sexmus_sefer_sasiti
(Ş)AŞÎTÎ | Şêxmûs Sefer

Dizanim cihê ku zarok lê tên kuştin wateya tu peyvê tuneye. Lê dil û wijdan nahêle ku mirov ‘bêdeng’ jî bimîne.

Ev demeke tofaneke mezin careke din li ser serê Kurdan digere. Bi awayekî fermî û bi hemû saziyan dagirkirina welatê me têr nedikir êdî bi tang û topên xwe, bi leşker û polîsên xwe di her bajar, kolan û malên me de ne.

Li hundirê çavên me dinerin û dixwazin bêjin ku em kengî bixwazin em dikarin we bikujin.

Û kengî xwestine li hundirê otomatîka çeka xwe nerîne û xwestibin kê bikujin wekî çûkekî ji ser darê bixin wisa kuştine.

Dizanim fîşekên wan biqedin jî wê Kurd bi kuştinê neqedin.

Mixabin em Kurd pir in û ji bo çi em hatine dinyayeke wisa jî ez nizanim.

Ji roja me xwe dîtiye, ji roja ku em bi dîroka milletê xwe hesiyana ji xeynî talankirinê, surgunê, girtinê û kuştinê tu tişt para me neketiye!

Û em ji vê kambaxiyê re dibêjin jiyan!

Bijî!

Ev hemû li aliyekî.

Ez dest ji siyasetê û rêbazên wê berdidim, ma ew qas tiştên hatine serê me jî me fêrî tiştekî nekiriye ku em ‘xweditiyê’ li gelê xwe bikin.

Ma em hîn nebûne ku dema em şer bînin nava bajaran wê herî pir serdestên me bixwazin bajarên me talan bikin. Piştî ew qas şewitandina daristan û gundan ma ne derfeteke bo wan ku bajarên herî Kurdewar jî bi destên xwe wêran bikin.

Bala we dikişîne bê kîjan bajarên me tên talankirin?

Gimgim, Farqînê, Nisêbînê, Licê, Sûr, Cizîrê…

Ruhê Kurdan, zimanê wan, çanda wan tê kuştin li van bajaran berî bedena wan.

Lê dema stratejiya we tenê hin ‘destkeftinên’ siyasî bin bajarek, welatek ji dest çû be çi xem e!

Wê demê we azmûn derbas kiriye û mesele qediyaye ji bo we.

Ez fêm nakim!

Mirov eger ji bo gelê xwe, ji bo bajarên xwe û ji bo welatê xwe ew qas tekoşînekê bide…

Eger qîz û xortên wî welatî yê herî xweşik di ber van nirxan de bûbin cangorî…

Çawa hûn dihêlin ku ev nirxana wisa berhewa bibin û biçin?

Qet nebe hinekî wê hezkirina xwe biparêzin û ji şaşiyê vegerin.

Gotineke nas kiriye; jiyaneke şaş rast nayê jiyîn, mixabin!

Nûkirina Dawî : 02 Oct 2015 10:22

Xwendin: 205


Derbarê nivîskarde

Di sala 1977 an li Mêrdînê hatiye dinê. 2002 an û vir de li Amedê dijî.Di rojnameya Azadiya Welat de nêzî sê sala rojnamegerî kir. Jiber xebatên xwe yên sendîqayê di sala 1999 an de ji Dersimê sirgunî Anadoluya Navîn Nevşehirê bû. Helbestên wî yê ewil di Jiyan Rewşen de hatin weşandin. Pirtûka wî ya yekem di 2006 an de û ya duyem jî di 2011 an derket. Du heyna di konfederasyona KESK ê de serokatiya sendikayê kir. Di Meclîsa Aşitiya ya Amedê de du salan di sekreteriya wê de xebitî. Gelek caran berdevkiya Platforma Şaxên Sendikayên KESKê ya li Amedê û ya Platforma Demokrasiyê kiriye. Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn du sala wekî mamosteyê helbestê ders da ye. Çar salên dawî di Komeleya Nivîskarên Kurd de wekî rêvebir û serok cih girtiye û anha jî li Amedê serokatiya Navenda PENa Kurd dike...

Leave a Reply