Sazkarê WhatsAppê ji Companyayê derket

Sazkarê WhatsAppê ji Companyayê derket

Sazkarê WhatsAppê Jan Koum, li ser pişka xwe ya Facebookê belav kir ku ji Companyayê derketiye.
Koum sazkarek ji yê bernameya telefonê ya ku 1 milyar bikarhênerê xwe heye, WhatsAppê bû. Li gel Brian Acton pêkve ev bername saz kiribûn. Di sala 2014 ê de WahtsApp bi 19 milyar dolar firotine Facebookê. Acton jî, meha bihurî ji WahtsAppê qût bûbû.

Li gorî nûçeya Washington Postê Koum di dema dawî, ji ber nermkirina mercên veşartina peyamên bikarhêneran, ji companyayê adiz bûbû. Ew dijî wê yekê derdiket ku zanyarî û peyamên bikarhêneran ewqasî bi hesanî di navbera Facebook û Whatsappê de bêne bikaranîn.