Sê navên pîroz, sê rojên dîrokî

Azadiya Welat, Musa Anter û Fermandar Egîd
Min ji lîderekî Kurd pirseke wiha pirsî:“ Mazlum Dogan bi agirê canê xwe çi da we?!“, bersiva wî kurt û watedar bû:“ Mazlum jiyaneke nû da me…“.
Niha ger ji min bipirsin: Gelo Azadiya Welat çi da te?“, bersiva min jî yê ev be: Azadiya Welat şexsiyet û nav, jiyan û raman, hevalbendiya durust û rastîn, emeknasî û mirovhezî dane min. Pênûsa min bihêztir kir û navê min xiste nava navê rojnamevan û nivîskarên xwedî helwest a doza Kurdîniyê. Ez birim nava koma hevalan û tama jiyanê li ber dilê min xweştir kir. Mejî û hişê min baştir daşûxilandin ku her carê li ser mijarekê lêkolînê bikim û bi berfirehî li ser binivîsim. Ez hîn kirim ku evîna ji zimanê Kurdî re baştir fêm bikim û wê evînê bi peyv û risteyên bedew di nava xwendevanên xwe de belav bikim. Azadiya Welat eşqa min kire eşqeke Kurdistanî. Eşqa ku me wateya wê a wekhevxwazî û mirovheziyê di xwendingeha fîlsofên jiyanê de xwendibû. Beriya ku ez bibime xwendevanê wê rojnameyê min ne baş Kurdî dizanî û ne jî ewqas Kurd û Kurdistan nas dikirin. Û elbete sedan qenciyên din ku pênûsa min nikare û xwedî wê hêzê nîne daku li vira raxe ber çavan.
Di wan salan de ku axa mejiyê me têhnîyê zanîn û xwenaskirinê bû, Azadiya Welat bû ava kaniyekê ku şirîn û xweş bû. Kaniya ku bi ava xwe ya sar hişkatî û têhnatiya lêvên me yên zuha şikand. Navdar û nirxên me, dîrok û erdnigariya me, şer û doza me ya rewa tev ew destkeftên min yên di jiyanê de ne ku ji xwendina Azadiya Welat gehane min. Gelo ka hûn bêjin: ma ji vê mezitir êdî çi heye ku rojanameyek pêşkêşî mirovekî bike?!
Pêvajoyek girîng û dîrokî!
Li pey pêvajoya salên 90an li bakurê Kurdistanê gûherandinên mezin çêbûn. Di vê navê de ragehandina ku alîgirya doza Kurdistanê û bizava şoreşgerî anku PKKê dikir xwedî rolekî mezin û pir bi bandor û pozîtîv bû. Ger gerîlayên qehreman di şer û têkoşîna çekdarî de canê xwe fîda dikirin, rojnamevanên Kurd jî bi xwîna canê xwe rûpelên rojnameyan dixemilandin. Di wan salên dijwar de wan jiyana xwe dibexşandin heya ku bikarîbin tovê „bîr û ramanên demokratîk“ di dilê civakê de bireşînin. Elbete di wan şertên dijwar de ev bi serê xwe „ renesansek“ bû ku li Kurdistanê „şoreşeke zêhniyetê“ bixwe re anî. Şoreşa ku îro em fêkî û encamên wê di qada jiyanê de dibînin.
Ez qet ji bîr nakim ku çiqas doz li dijî A. Welat dihatin vekirin, wê jî rûpelên xwe rengîtir, dewlemendtir û zêdetir dikirin û elbete peyvek qet û qet ji navê wê cuda nebû:“ WELAT“. Welatê ku azadiya wê ked û xwîn, kar û xebat dixwast û şoreşgerên me jî di oxira wê de heta can û jiyan jî pêşkêş kirin. Ne tehdîdên serokwezîrên weke T. Çîler a mirovkuj, ne jî gefên „Yaşar Büyükanit“ên nifişparêz karîn rê li ber weşandin û belavkirina wê bigirin.
Ez xwe şermezarê wan rojnamevanan dibînim ku di rêya belavkirina Azadiya Welat de hatin şehîdkirin, hinek ketin binê girtîgehên reş û tarî û hinek jî rastî şikenceyên giran hatin. Ji ber wê jî bi qasî ku em deyndarên „ Kurdistan a Mîqdad Bedirxan, MED TV û rojnamevanê şehîd“ in, ewqas jî deyndarên Azadiya Welat in.
Pêxemberê jiyanê, Musa Anter( 1918 – 1992 )
Ew bêtir ji her tiştî bi cesaret û axaftinên xwe yên xweş û watedar hatibû naskirin. Ez bi çavê „pêxember, fîlsof û insanekî realîst“ li wî dinêrim. Çimkî ew hem bixwe re û hem jî bi xelkê re kesekî semîmî û rûrast bû. Rêbaza Kurdîniyê biqasî ku deyndarê xwîna şehîdên rêya azadiyê ye ewqas jî deyndarê ked û pênûsa nivîskar û siyasetmedarên weke Musa Anter e. Di salên reş û nexweş de wan milê da ber barê giran yê doza demokrasî û Kurdîniyê. Weke bixwe gotiye:“ Me ji bin sifrê dest pêkir û doz heya ber piyê nifşên li pey xwe anî.“
Li dijî zulim û siyaseta nefişparêziyê çi ji destê wî hat, kir ku deng û qêrîna Kurdan ji bo eşqa wan ya dîrokî nefetise.
Gotinên balkêş
Ew di axaftineke xwe de wiha dibêje:” Ji bo me Kurdan zalman dewatek çêkirine. Di dewata wan de navê kuştina me Kurdan”paqijî” ye û tirbên me yên bi hevre jî gelî, çem û newalin. Li Sêrtê Newala Qesaba, li Dêrsimê çemê Mûnzirê û Geliyê Zîlan, Newala Kutê, Sî û Sê gole, Çikûrca û Helbçe…. hey Xwedê êdî bese lo….”
Apê me yê şehîd Musa Enter bi çavekî li hemû zarokên Kurd dinêre. Ji wî re ciwan û zarok şitlên azadiyê bûn. Wî her tim wiha digot:” Ger mirov şitlên xwe xweşik av bide û li wan xwedî derkeve di paşerojê de her yek ji wan yê bibe mîna dara çinarê. Ew bi rayên xweve bi axa welatê xwe ve tên girêdan û bi şaxên xwe jî yê li gelê xwe xwedî derkevin“. Gerîlayên serê çiyayên Kurdistanê jêre mîna şitlên azadiyê bûn.
Karnameya jiyana apê M. Antar
Musa Anter xwedî jiyaneke tije ketin û rabûn bû. Ji malbateke mezin a gundê Zivingê bû. Diya wî wek muxtara gund li ser torekirina kurê xwe pir disekinî. Ew mezin bû û zû bi ferqên jiyanê li Kurdistan û Tirkiyê hesiya. Dev ji xwendina felsefê berda û xwest huqûqê bixwîne daku wateya heq û huqûqan baştir nas bike. Bi xwendina huqûqê re bû lîderekî gel û dest bi banga şiyarkirina gel kir. Di karnameya jiyana wî de em rastî navên cûr bi cûr tên:“ Yürda Dicle , komela Hîvî, komeleya şagirdan, Yürda Firat, Ileri Yurd, doza 49an, zindan, şikence û elbete bi dengekî bilind qêrîn û hawarên wî“ ji bîra dîroka mirovahiyê naçin. Biqasî ku li derve çalak bû, dema dikete nava çar dîwarên zindanên komara înkarger a Tirkiyê jî, mejî û tiliyên wî diketin hereketê. „Birîna Reş“ di zindanê de nivîsî û „Ferhenga Kurdî“ jî li wira amade kir. Ket nava cihana siyasetê û di mercên herî dijwar de xwe ji doza „şoreşgerên Kurd“ dûr nexist. Di çalakiyên wî yên siyasî de em rastî navê partî û pirtûkên cûr bi cûr tên:“ Birîna Reş, PartiyaHEP, rojname û kovarên mînaWelat,Ülke,Ozgur Gundem, Ozgur Ülke, Hatıralarım(du cild),Kımıl, Çinara Min û sedan gotar û nivîsên din“ tên.
Gotineke wî qet ji bîra min naçe:„ Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.“
Sala 1992an ew bû şehîdê herî kal yê doza serxwebûna Kurdistanê û şehîdê doza pênûsê azad. Hemû dilopên xwîna wî bûn lekeyên reş bi ser çav û rûçikê wan cinayetkaran de ku îro serê xwe li hemberî doza Kurdistanê tewandine.
Navê giran, Egîdê Kurdan
Di dîroka têkoşîna Kurdistanê de Masum Korkmaz an jî fermandar Egîd( 1956 – 1986 ) wek „destpêkerê pêngaveke nû“ hatiye nas kirin. Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê salên 1980an dîktator û faşîst bibûn „Xwedawendên jiyan û qedera gelan“. Hingî nefes di singan de hatbûn kipkirin. Peyva herî kêm digeha guhê xelkê „peyva azadî“ bû. Wateya jiyanê di hiss û xeyalên xelkê belengaz de êdî gehiştibû sewiya xwe ya herî erzan. Di hal û rewşeke wiha tevlîhev de li çiyayên Kurdistanê dengek xweşnewa belavî erdnigariya Kurdistanê bû. Ew dengê goleya şerê li dijî sîstemeke înkarger bû, lê ji Kurdan re jî dengê mizgîniyeke pir xweş bû. 15ê Tebaxa sala 1984an bû. Piştî sala 1938an ew cara yekê bû ku Kurdan dîsa li dijî Kemalîstan dest bi şerê çekdarî dikirin. Wê pêngava mezin heybeta artêşekê şikand ku hêza herî mezin a Rojhilata Navîn dihate nas kirn. Egîd fermandarekî jîr û dûrbîn bû. Di gotin û xebatên xwe de kesekî rûrast bû. Ji malbateke cotyar û zehmetkêş bû. Ji ber wê jî xwe da aliyê wê partiyê ya ku xwedîtî li berjewendiyên çina karker û gundiyên Kurdistanê dikir. “Partiya Karkerên Kurdistan -PKK” bi xêra ked û xebata şoreşgerên wan salan zû pel û rîşalên xwe bi nava dilê axa Kurdistanê de berdan. Pêngav bi pênvag ber bi pêşve dimeşî û her carê jî di defetera jiyana xwe de karekî baş û nûtir ji cara berê tomar dikir. HRK( Hêza Rizgariya Kurdistan), ARGK û HPG bi derbasbûna salên dirêj re şerên giran bi artêşa herî modern a NATO re dane meşandin. Ew xwedî çek û silehên wiha giran nebûne, lê îradeya wan bi qasî çiyayên Kurdistanê mezin û bihêz bûye. Vê rastiyê kir ku ew di qada şer de bibin xwedî tecrûbeyên giranbûha.
Xwendevan û şervanên fermandar Egîd îro li her aliyê Kurdistanê hene. Ji çiyayê Şaho û Agirî bigire heya çiyayên Kurmênc, Zagros û çiyayê Şingalê ew wek tovê jiyanê belavî her dera axa bav û kalên me bûne. Di “ Akademiya Mahsum Korkmaz “ de keç û xortên çeleng hatin perewerde kirin. Îro ew li her dera ku hene di warên siyasî, civakî û leşkerî de dersbêjên herî hêja ne.
Fermandarê navdar Egîd tenê 30 salan jiya, lê jiyana wî jiyaneke pirbar û hemû rojên wî têr û tije bûn.
Li vira bi kurtî sê navên pîroz dikevin bîra me, lê ji bîra xwe nebin ku wan sê navan sê rojên tije ked, berxwedan û ronahî li ser rûpelên dîroka me zêde kirine. Divê em rojên xweş û nexweş ên dîroka Kurdistanê ji bîra xwe nebin.