Sedema reva wezîrê berevaniya Sûrî aşkira bû

Sedema reva wezîrê berevaniya Sûrî aşkira bû

Piştî ku berya çend rojan nûçeyareva wezîrê berevanî a Sûrî general Elî Hebîb belav bibû, îro ajansa nûçeyan a Anadolê, egera reva wî aşkira kir û ragihandiye ku rêjîma Sûriyê fermana pêkanîna komkujiyê li navçeyekî li jêr desthilata wî daye Elî Hebîb û wî jî ew ferman red kiriye.

Malpera Akşam a Tirkî belavkiriye ku, general Elî Hebîb ku li germahiya şerê navxwe ya Sûriyê de reviyaye û ew jî diyar kiriye ku Hebîb fermanekî giran pê hatiye spartin ew jî jinavbirina hemû welatiyên bajarê Dêrzorê a li jêr desthilata wî bûye û wî jî ew ferman red kiriye.

Hebîb aşkira kiriye ku ji destpêka şerê navxwe a li Sûriyê ew li dijî siyaseta rêjîma Sûriyê bûye û vê yekê jî jiyana wî û yên gelek generalên din xistiye metirsiyê.

Elî Hebîb daye zanîn ku niha hejmarek gelekî zor li general û karbidestên din a rêjîma Sûriyê dixwazin ji Sûriyê derkevin. Her weha eger ew li kampa (Apaaydin) li bajaroka Altin Ûzû a Tirkiyê neyên qebûl kirin egera wê heye bi rêya dazgehên istixbarata Fransî û Birîtanî berve Ewrupa ve birevin.

Ji Tirkî: Hawrê Ferîq