Şer

Şer

 

Peyveke ku ji me re qet ne xerîb e. Yeke ku bûye parçeyek ji jiyan û wêjeya me. Her weha şerê gunda, yê gava ku kevira û dara dihatin hev. Lê dawiyê ne yê kevir xwarî tim mafdar bû û piştevaniya wî dihate kirin. Gelek car kî xwediyê destê drêj bal, ew mafdar bû. Ez bawer im hêjî wûsa ye. 
Ger bi şer ba, kurda niha deh dewlet ava kiribûna. Herî kêm, dê ne kêmê ereb, ecem û tirka bana. 
Em baş dizanin dîroka me tije şer û destanê şera ne. Çi şerê navdewletî û çi yê navxweyî. Ji destana Kawa yê hesinkar bigire heta bi Selehedînê Eyûbî û bi seda dîroka wenda ya Êzîdiya ya li dij Îslama tundkar û dagerker. 
Başe ma qet çewtiyê kurda di dîrokê de û niha jî tune ne?  Çima kurd tim bûne qurbanî? Çima ew şer dikin, lê bi serneketine? 
Ji Şêx Mahmûdê Berzencî bigire heta bi Şêx Seid nikarîbûne dengê xwe bi bi dengê dunya desthilatdara bike yek. Nikarîbûne heval û berjwendiyê xwe bi çerxa dunyayê re bikin yek. Mafê xwe yê rewa di bin siya îslama polîtîk û tundkar de hiştine. Hele Mîrê Kor yê rewandizê kumkujiya êzîdiya û mesîhiya  kiriye. Şêx, Mella û Mîrê Kurdistanê bi şûrê îslamê gora xwe kolane. Heta roja îro jî kelema herî zêde dikeve ber lingê kurda dîsa îslama polîtîk û şoven e. Ger mebest rast ola îslamê be, kurd ji wan bêhtir oldar û xwedênas in. 
Îslam kirine hespê Troya û xwestine her kurda ji hundur ve zemt bikin. Helbet mebest ne ol e. Bikaranîna olê ye. Bikaranîna siyasetê û olê weke dermanekî bi hesibînin, ew dikare ji bo saxlemî û jiyanê bête bikaranîn û ji bo kuştinê û tunekirinê jî. Helbet tekoşîna bîrdoziyê, di çavê civaka rojhilatiya de ne kêmtir metirsîdare. 
Siyaseta nikaribe hevalbendê xwe yên stratejîk û berjewendiyên stratejîk ava bike siberoja wê nine. Şerê nikaribe, bibe kilîla çareseriya arîşeya agir e. Li şûna xwe tenê arî û xweliyê dihêle. 
Heta roja îro jî kurd di sengerê şer de herî li pêş in. 
Tevî ku encam nehatine stendin, nayê wê wateyê dê bê şer û bedel azadî û maf were bidestxistin. Diyarî û bexş jî ne belaş in. Lê li dunyayê hişmendiya \"şer ji bo şer\" dê piştgirî û hevalbenda nebîne. Şer divê ji bo siyasetê, siyaset jî ji bo aştiya  navxweyî û dunya yê be.
Kurda di dîplomasiyê de wenda kiriye. Û kurd di dîplomasiyê de dikarin bi serkev in. Yê nikaribe di qada rewa de dîplomasiyê bike siberoja wan ronî nîn e. Şerê dîplomasiyê ne ji şerê sengera hêsantir e.