gever_2_sehid
Şer piştî hilbijartina dijwar dibe 2 şehîd

Dihunê li Geverê artêşa Tirkiyê ya dagirker êrîşî ciwanên Kurd kir. Êrîşa bi navê girtina xendeka di nava taxên Geverê de dijwar bû. Leşkerên bi navgîn û çekên giran êrîş birin ser Kurdên nava bajêr 2 ciwanên Kurd şehîd kirin.

Di êrîşê de ciwanê bi navê Çetin Dara (20) û Dogan Dogma (18) jiyana xwe jidest dan. Termê herdû ciwanên Kurd bo Colemêrgê hatine veguhestin.

Waliyê Colemêrgê yê dewleta Tirkiyê daxuyanî da û got ku ji bo ewlekarî û aramiya gel operasyon destpê kirine.

Nûkirina Dawî : 04 Nov 2015 0:53

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 138


Leave a Reply