Serdema nû û amadekariyên Kurda

Serdema nû û amadekariyên Kurda

Sedmîn salroja îmzakirina peymana Sykes Picot(16. 05. 1916) di navbera du welatên Ingilistan û Fransayê da nêz dibe. Peymana ku erdnigariya li jêr desthilatdariya Osmanîyan dikire sê perçe û temenê wê empiratoriyê jî bidawî dianî. Di destpêkê de sê zilhêzên serdemê anku Ingilistan, Fransa û Rusya di navbera xwe de li hev kiribûn ku bi peymaneke nihînî Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk parve bikin, lê bi çêbûna şoreşa oktober a sala 1917an re rêberê şoreşê Lenîn hem armancên peymanê eşkere kirin û hem jî welatê xwe ji wê peymanê vekişand. Li pey wê peymanê gelek dewletên nû ji dê bûn, lê Kurdistana ku di sala 1514an de û li pey şerê Çaldiran di navbera Osmanî û Sefewîyan da bibû du beş, vê carê bu çar beş. Hingî malbatên Kurdan ên mezin serkêşiya serhildanên herêmî li Kurdistanê dikirin. Ne tenê hevgirtinek di navbera wan de tunebû, belkî li dijî hev bûn û bi vê armancê xûlamiya sultanên Osmanî jî dikirin. Ew nebûn yek û li pey bidawîhatina şerê cihanî yê yekê( 1914-1918 ) hêdî-hêdî hinek serokên olî-eşîretî û millî pêhesiyan ku qedera Kurdan a paşerojê ji berê yê reştir bibe. Serhildan destpêkirin, lê rêberên Kurdan ne xwedî stratejiyeke hevpar bûn û ne jî hewlên ji bo hevgirtineke dîrokî dan. Serhildanên li Amed( Şêx Seîdê Pîran), Silêmanî( Şêx Mehmûdê Berzincî), Îlam( Qedemxêra Lek ), Ûrmiye( Simkoyê Şikak ) û Agirî( Heskê Têlî û Êhsan Nûrîpaşa ) bi agir û xwînê hatin temirandin. Xwîn herkî li ser axa Kurdistanê. Sedhezaran kes ji bo serxwebûna Kurdistanê şehîd bûn, lê dîrok nesekinî û pêre Kurdan jî serî netewand. Dewletên nûçêbûyî bi hevkariya Ingilîz, Rusya û Fransa li dijî serhildêrên Kurd hemû cure hevkarî kirin. Piştre Amerîka jî kete dorê. Di çavê Kurdên xwedî mafê çêbûna dewleteke serbixwe de, dewletên nûavabûyî ên weke Îraq, Tirkiye, Îran û Sûriye meşrû nebûn û niha jî nînin, lê di vê navê de sûçdarên mezin dîsa Kurd bnixwe bûn.
Bedirxanî, Cemîl Paşayî, Şemzînî û çendîn malbatên Kurdan ên mezin li hemberî hev çiya bûn û li hemberî dijminê xwe yê fasid jî kêm û zelîl bûn. Wan hingî gotineke wiha anîbûn bîra Kurdan:“ Ez çiya, tu çiya, golik ma bê giya…“.
Li arşîva Osmanîyan temaşe bikin ka gire-girên wan malbatên mezin çawa li dijî hev raport nivîsandine û di kesayetiya xwe de gelê xwe sivik kirine!!.

Sal derbas bûn û êdî li Kurdistanê partî, rêxistin û komeleyên siyasî-civakî ava bûn. Dijminên Kurdan li ser têkşikandina serhildanên li Kurdistanê peymanên din jî îmza kirin, axa Kurdistanê dane hev û bi hev re şerê şervanên Kurd kirin, ew bûn yek lê dîsa jî Kurd nebûn yek. Mamosta Cegerxwîn hingî wiha qêrîyabû:“ Ger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek…“. Li pey wê êdî gotineke bav-kalan a nû jî çêbû:” Dijminên me yekin, çima em nabine yek?“

Rewşa îro li Kurdistanê
Li pey derbasbûna sed salan li ser îmzakirina peymana Sykes-Picot dîsa zilhêzên cihanê li gor berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî dixwazin peymaneke nû çêbikin. Gelo di vê navê de Kurd çiqas amadene ku dîroka wan a tije sal û rojên reş û tirajîk dubare nebe? Gelo partiyên siyasî li „ Kurdistana mezin “ xwedî stratejîyek hevgirtîne? Li pey derbasbûna sed salan tiştek bi navê „ Kongireya Netewî “ li Kurdistanê heye? Di vê dema kurt a ku me ber bi 100´mîn salroja çêbûna peymana Sykes-Picot ve dibe, amadekariyên siyasetmedar, rewşenbîr û partiyên siyasî li „ Kurdistana mezin “ çine?! Gelo ma nabe di salroja girêdana wê peymana reş de meşeke çend milyonî ji hêla hemû rêxistinên siyasî-civakî ên Kurdan ve bê organîzekirin? Ma hingî dengê Kurdan nagehe erişê felekê jî? Hingî dîsa yê Amerîka û welatên din li gor keyfa dilê xwe bi qedera me bilîzin?!
Mixabin rewşa ku îro li çar hêlên welatê me xuyaye, tirseke mezin çêdike ku dîsa jî dîrok xwe li me dubare bike. Hinek nîşanên tije hîvî li bakur, rojava û başûr hene ku dihêlin mirov pîçkê bi paşerojê re dilgerm be, lê amadekariyên ji armancên wiha re jî pir kêmin.
Li bakurê Kurdistanê berevajî bendewariya AKPê hizûra Kurdan di qada siyasetê de pirreng û cewherî ye. Êdî Kurdan soz daye gel ku ji parlemntoyê dernakevin. Vê carê berevajî helbijartinên heftê Hezîranê HDPê dengên kêmtir bi dest xistin, lê sedemên sereke ji bo çêbûna rewşeke wiha jî hebûn:
1. Hemû îmkanên madî ên propagandekirinê li ber destê AKPê bûn. Rêyeke wiha ji Kurdan re hatibû girtin.
2. Di hilbijartinên berê de gotar, peyam û rênimonîyên rêzdar Abdulah Öcalan bandoreke mezin li ser dengê gelê Kurd û hêzên çep û azadîxwaz hebû. Vê carê di hemû dema propagandeyên hilbijartinê de rayedarên dewleta AKPê nehiştin ku heta peyveke wî serokê Kurd yê xwedî karîzma bigehe guhê xelkê. Wan baş dizanîn ku peyameke çend dêrî a serok Öcalan dikarîbû hemû pilan û xwestekên wan vala derxîne.
3. Li Kurdistan û Tirkiyê hevkariya Daîş û rayedarên dewletê rê li ber tevkujiyên mezin vekiribû. Karê ku hê jî berdewame û şerekî giran li bakurê Kurdistanê tê meşandin.
4. Çêkirina etmosfêrekî mîlîtarîstî li bakur bû sedem ku gelek kes ji tirsa canê xwe dengê xwe bikar neyînin.
5. Li hinek herêmên Kurdistanê rewşa awarte bû sedem ku hem sendoqên dengdanê kêm bin û hem jî kêmbûna îmkanên teknîkî nehêlin ku Kurd dengê xwe bikar bînin.
6. Çina burjwazî a biçûk li bajarên Kurdistanê li dijî şerê di nava bajaran de sekinîn û dengê xwe dane AKPê ku bi germkirina tenura şerê li Kurdistanê dîsa jî wiha diqêriya:” Em êstiqrarê dixwezin…(!!)”. Ji hêlekê bersiva PKKê a aştîxwaziyê bi şerê tank û topan didan û ji hêla din jî hinek Kurdên xweşbawer û sade ji hêla AKPê û mirovên wan ve hatine xapandin. Wan heta bombebarankirina çiyayên Kurdistanê û şerê li bajar û gundên welatê xwe jî nedîtin.!!
7. Partiyên weke Hudapar( Xwedapart ) xwe ji hilbijartinan vekêşandin û li alîgirên xwe dawa kirin ku dengê xwe bidine wê partiya îslamî ku navê wê AKP ye!!.
8. Xûlamok û pereperestên xwefiroş jî mal bi mal, gund bi gund, bajar bi bajar, herêm bi herêm li Kurdistanê geriyan û dirav di nava axa, caş, muxtar û Kurdfiroşên rûreş da belav kirin û dengê wan kirîn.
9. Li dervey sinorên bakurê Kurdistanê jî hinek partî û kesayetî hebûn ku heta bi peyamekê jî piştgîrî nedan HDPê. Ew li benda encamên hilbijartinan bûn ku hevalbendiya xwe ya salên berê bi AKPê re bidomînin.
10. Tevî hemû astengiyên mezin Kurd çûne parlementoya Tirkiyê. Parlenterên Kurd kesên xwedî karîzma, di qada siyasetê de kesên pêgehiştî, şereza û xwedî kedin. Ewê bikarîbin wek opozîsyonek bihêz bibin dengê gel û hêza demokrasîxwaz. Çimkî piraniya wan ew kesin yên ku di nava êş û elemên gelê Kurd de mezin bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê
Li rojavayê Kurdistanê rewş û çêkirina sîstemeke rûniştî û demokratîk sal bi sal ber bi pêşve diçe. Hîvîviyên mezin hene ku li wira Kurd bigehin hemû mafên xwe yên ku dehan sale jê bêpar bûne. Di dîroka nû a vê sedsalê de belkî mirov bikarîbe bi rihetî wiha binivîse:” li pey berxwedana Kobanî û şerê li dijî Daîşê PYD û YPGê karîn xêzeke sor bi ser peymanên Lozan û Sykes-Picot de bikişînin û êdî nehêlin tikes bi qedera wan bilîze. Karê wan yên dîplomasî û leşkerî bû sedema serbilindî a Kurdên hemû Kurdistana mezin. Keramet û siyaneta Kurdan hate parastin û navê Kurdistanê li hemû cihanê belav bû.”
Li gor min rewşa îro a rojavayê Kurdistanê ji a başûr û bakur baştire.

Li başûrê Kurdistanê
Li başûrê Kurdistanê dema ku hikûmeteke hevpar ji pênc partiyên siyasî hate avakirin, raya giştî a cihanê bi germî pêşwazî li modêlekî wiha demokratîk kir. Hikûmeteke sekolar ku her kesî xwe têda didît û parlementoyek ku biryarder bû. Rewşeke wiha dikir ku mirov bi hêsanî bibêje li Îrana qaşo xwedî şaristaniyeta 2500 salî hikûmeteke totalîter û yek hizbî heye lê li başûrê Kurdistanê ku tenê 20 sale desthilatdarî heye hikûmeteke demokratîk heye ku têde hemû mafên kêmnetewên etnîkî-olî tên parastin. Bi li ber çavgirtina wan pirensîpên demokratîk hikûmeta li başûrê Kurdistanê ji dewletên Tirkiyê, Sûriyê, Erebistana Siûdî, Îran û piraniya komarên ku ji Yekîtiya Sovbyeta berê cuda bûne, demokratîktire. Mixabin rewşeke wiha zêde neajot û hinek pêngavên dûr ji kultura toleransê hatin avêtin:
1. Li pey meş û hêrişên bo ser bargehên PDKê li Qeladizê û çend bajarên din serokê parlentoya Kurdistanê nekarî ji Silêmanîyê bê Hewlêrê û rê li ber hate girtin!.
2. Çar wezîrên wezaretxaneyên hilkûmetê ku di destê bizava Goran de bûn ji kar hatin dûrxistin.
3. Ji teva xeratir cihê wan wezîran bi endamên PDKê ve hate tije kirin.
Di rewşa xerab a aborî û siyasî de karekî wiha dûr ji rêbazên siyasî ziyaneke mezin gehandiye wê azmona ku li Rojhilata Navîn wek mînaka durist a demokrasiyê dihate destnîşankirin. Rêyên din yên yasayî jî hebûn ku serokê hikûmeta Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî serî li wan bide û berpirsên Goranê bi kêmasî an jî serpêçiyên wan yên li dervey yasayê bide cezakirin. Meselen wî dikarî ji mehkema bilind a dewletê dawa bike ku li dijî alîyên ku “ emniyeta neteweyî û berjewendiyên welat ” xistine xeterê, mehkemê vebike. Elbete tevî wê bi bê banga serokê hikûmetê jî ew wezîfeya wê saziyê bû ku karekî wiha bike.
Rexneya ku ji bizava Goran tên kirin ewe ku piştî PDKê ew hêza duyê a parlemento û hikûmetê ne, lê ji hêlekê rolê opozîsyonê dilîzin û ji hêla din jî di karê desthilatdariyê de ne. wan dikarî bi rêya kar û xizmeta çar wezaretxaneyên ku di destê wan de ne, baştir ji partiyên din xizmeta gel û welat bikin û di hilbijartinên paşerojê de zêdetirîn dengan bi dest bêxin. Lê mixabin wan jî nekarîn bi duristî wezîfeyên xwe cî bi cî bikin û sozên ku dabûn xelkê di qada piraktîkê de pêk bînin. Elbete divê bêjim ku çêbûna bizava Goran pêwîstiyeke dem û dîrokê bû. Wan di demeke kurt da zengulên xeterê xistine gerê ku ti partî û rêxistinên siyasî li başûrê Kurdistanê tenê bi daxwazên dilê xwe samanê gel xerc bikin û jiyana gel ber bi başiyê ve nebin.

Rewşa rojhilatê Kurdistanê bi tena serê xwe nivîseke taybetî dixwaze û bila bimîne bo derfeteke din.