Serkirdeyên YNK peyama nûkirinê dan

Serkirdeyên YNK peyama nûkirinê dan

Her du endamên serkirde yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl û Dr. Berhem di civînekê hevbeş de diyar kirin ku pêwîste hemû endamên wan bo serxistina hilbijartinan hewil bidin û amaje bi nûjenkirina YNK dan.

Her du endamên serkirde yên YNK Kosret Resûl Elî û Dr. Berhem Salih îro li avahiya malbenda rêxistina Yekê ya bajarê Silêmaniyê û li hola Şehîd Aram, civînek pêk anîn. Di civînê de berpirsê malbendê Letîf Şêx Omer, ligel hejmarek ji kadroyên YNK amade bûn. Rojeva civînêsebaret bi hilbijartinên Encûmena Parêzgehan û Encûmena Nûneran ya Îraqê bû.

Di destpêka civînê de berpirsê malbandê Letîf Şêx Omer gotarek pêşkeşkir û amaje bi wê yekê kir ku di vê demê de parastina pertiyê wê bi riya gerimkirina helmeta hilbijartinên dahatuyî bibe.

Piştî hingî Kosret Resûl axivî û behsa rola Silêmaniyê kir û daxwaz ji alîgirên partiya xwe kir ku ji bo serxistina hilbijartinan û ji bo vejandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kar bikin.

Her weha di dirêjahiya civînê de Dr. Berhem Salih jî tekez li ser wê yekê kir ku YNK xwediyê serwerekî mezin û dîrokek kûr ya xebata ji bo gelê Kurde. Salih diyar kir ku YNK cudayetiyan jî digre nav xwe ku eve jî ji dewlemandiya siyaseta Mam Celal tê. Salih got ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêxistineke zindî û nûhxwaz e.

Di nava gotûbêj û gengeşiya civînê de, Kosret Resûl Elî û Dr. Berhem Ehmed Salih li gel kadroyên YNK  li ser xebata nûhbûna partiyê û guhdarkirina daxwazên xelkê rawestiyan.