Serokê efsanewî yê Kubayê Castro dibe 87 salî

Serokê efsanewî yê Kubayê Castro dibe 87 salî

Serokê efsanewî yê şoreşa Kubayê Fîdel Castro dikeve 87 saliya xwe. Castro piştî şoreşê 47 salan serokatiya Kubayê kir.

Serokê efsanewî yê şoreşa Kubayê Fîdel Castro ji sala 2006’an vir ve ji ber sedemên tendurustiyê desthiladariya welat dewrê birayê xwe Raul Castro kiriye. Her çend niha ji xebatên siyasî dûr jî lê hêjta jî karigeriya wê ya li ser rayagiştî û civaka Kubayê berdewame.

Fîdel Castro di sala 1926’an de ji dayik bû. Di dema xwendina zanîngehê de ku beşa hiquqê dixwend, beşdarê tevgerên ciwanan yên dijberên mêhtîngeriya emperyalîzmê bû. Li dijî dîktatoriya Batîsta di bin pêşengiya wî de şoreşê destpêkir. Şoreşgerê navdar Ernesto Che Guevara jî di gel Castro de cîh girt. Di sala 1959’an de şoreş serkeft.

Fîdel Castro li Kubayê destpêkê bû serok wezîr, piştî hingî jî bû serok dewlet. Li Kubayê bi roxmê hemû êrîş û gemaroyan jî sîstemek sosyalîstî ava kir. Castro 47 salan serokatiya welatê xwe kir. Heta vê temenê xwe li dijî Castro 638 caran hewldanên kuştinê pêk hatin lê ser nekeftin.