AL-ZAWAHIRI-Rewanbej
Serokê El-Qaîde gef li welatên Rojava kir

 

Serokê grûpa El-Qaîdê, Ayman al- Zawahiri di peyameke dengî de ku rja yekşemiyê (13ê Îlonê) hatiye weşandin ji alîgirên xwe dixwaze ku li Ewrûpa û Amerîkayê bi awayê ferdî çalakiyan bikin: ’’ Ez ji hemû misilmanên ku dikarin zirarê bigehînin welatên îtilafa xaç perest, dixwazim dereng nekin. Lazime em şerê xwe bibene nav dil û mala welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê’’.

Tevî ku dema tomarkirina vê peyama dengî ne diyare,lê Zewahêrî di peyamê de behsa sax bûna serokê berê yê Talibanê, Mela Mihemed Umer dike, di halekê de ku dewleta Efxanistanê du meh berê bi awayekî fermî mirina wî erê kiribû.

Mebesta serokê El-qaîdê ji hevpeymaniya xaçperest, hevpeymaniya welatên di şerê Îraq û Sûriyê bi serokatiya Amerîkayê ye. Ew ji ciwanên misilman dixwaze birayên Samêrnayif û Kuwaşî weke mînak bigirin: heman kesên ku berpirsyaretiya teqînên maratona Bostonê û komkujiya kovara Sharli Abedo yê bûn.

Navbirî di peyama xwe de weke berê cardin behsa ne yasayî bûna ragehandina Xelafetê ji aliyê grûpa dewleta Îslamî(DAÎŞ)ê dike, lê gotiye di şerê bi hêzên Rojavayî û sekolar de li Îraq û Sûriyê dê li kêleka wan bin.

Serokê niha yê El-Qaîdê tevî ku di şert û mercên niha de bi karekî zehmet dizane, lê daxwaza hevgirtina grûpên cîhadî yên li Sûriyê û Îraqê dike.

 

 

 

 

Nûkirina Dawî : 14 Sep 2015 21:10

Xwendin: 172


Leave a Reply