• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serokê nû yê Partiya Karker a Brîtanyayê kî ye

Serokê nû yê Partiya Karker a Brîtanyayê kî ye


barkirin: Êlûn 13, 2015, 9:29
xwendin: 175


Jeremy Bernard Corbyn (born 26 May 1949) doh şemiyê (12 Îlonê) weke Serokê Partiya Karker a Brîtanyayê hate hilbijartin. Partiya ku çend meh berê, di hilbijartina parlementoya wî welatî de bi ser neket û serokê berê yê vê partiyê Ed Miliband vekişiya.

Jeremy Corbyn kî ye û hilbijartina wî ji bo Brîtanyayê xwedî çi giringiyekê ye.

Jeremy Corbyn sîyasetmedarê 66 salî ye ku Serokê Partiya Karker (Partiya dijberî dewletê) ye û hilbijartina wî guhertineke mezin di serokatiya Partiya Karker de tê hesibandin.

Corbyn zêdetirî ji sedî 59 a dengan ji endamên partiya xwe bidest xistin, hinek zêdetir ji dengênTony Blair ê serokwezîrê berê yê wî welatî ku bi ji sedî 57 a dengan di sala 1994ê de bibû seokê Partiya Karker.

Jeremy Corbyn  li bajarekî biçûk di Wiltshire a li rojavayê Brîtanyayê ji dayik bûye. Bavê Wî endazyar û dayika wî mamosteya bîrkariyê bû, ew bi xwe jî endam û miaş wergirê Yekitiya Milî ya karkerên beşa giştî û Yekitiya milî ya xeyat û karê cil û bergan bû.

Corbyn di sala 1993ê de bo cara pêşîn dema ku Margaret Hilda Thatcher serokwezîra wî welatî bû, weke nûnerê parlementpyê hate hilbijartin. Heft caran di hilbijartinê de beşdar bû û 32 salan nûnerê parlementoyê bû.

 Çima bi ser ket?

Piştî şikesta Partiya Karker di hilbijartina sala 1980ê de, aliyê çepê partiyê bê bandor bû û endamên miyanerew desthilata partiyê girtine dest, siyaseta ku Corbyn wê demê jî dijberî wê bû, lê ew guhertin ji bo Partiya Karker baş bû û vê partiyê bi serokatiya Tony Blair û Gordon Brown 13 salan desthilat bidest girtin.

Bi baweriya gelek kesan serkeftina  wî ye ji ecêbtirîn serkeftinên dîroka siyasî ya Brîtaniyayê ye.

 Dostê Kurdan

Corbyn çend caran piştevaniya gelê Kurd kiriye. Navbirî di sala 2013’ê de di meclîsa ewam de ji bo Genocide  naskirina kumkujiya sala 1988ê li Îraqê bi goterekî piştevaniya gelê Kurd kir. Di gotara xwe de behsa dîroka Kurdistanê û kumkujiyên ku bi serê Kurdan hatine kir.

Herwiha navbirî di Newroza sala 2015ê a Londonê de beşdarî şahiyeke Kurdan bû û gotarek pêşkêş kir, di beşeke gotara xwe de got: ”Azadkirina Ocalan,  gureke zêdetir dide gotûbêjên Pêvajoya Aştiyê”.    

 Baweriyên wî  

Serokê nû yê partiya Karker, Sosyalîstekî Demokrate:

– Zêde kirina baca çînên dewlemend

– Zêdekirina milkiyeta milî û milî kirina hêla hesin

– Kêmkirina destê beşa taybet ji xizmetên tendirustî û dermanê

– Xwendina bê pere

– Dijberiya bi siyaseta Austerity, ango di dema kêmhatina budceya dewletê de xizmetên giştî têne kêmkirin

– Corbyn çalakvanekî mafê mirovane û jiyana wî zêdetir beşdariya di çalakiyên siyasî de ye.

– Ew dijberê beşdariya hêzên leşkerî yên welatê xwe di ”şerên ne yasayî” de ye.

– Navbirî yek ji wan kesane ku hevkariya   Bereya dijî şer ya di şerê Îraqê (2003)  kirye.

– Bi salane ew yek ji çalakvanên qedexe kirina çekên nuklerî ya yek alî ye û xwestiye damezreyên Nuklerî yên Brîtanyayê bêne rawestandin.

– Rexneya ku ji wî tê kirin eve ku piştevaniya Hizbulah û Hemas a Lubnanê kiriye.

– Heya niha tu karên dewletî nebûne û di 30 salên borî de ku desthilat di destê Partiya Karker de bûye ji bo çi karên dewletê nehatiye vexwendin.

– Tevahiya jiyana wî dijberiya bi serokên Partiya Karker re bûye.

– Jeremy Corbyn yek ji serkêştirîn nûnerên Partiya Karker di parlementoya Birînayayê de (1997-2010) de bûye û zêdetirî 500 caran li dijî partiya xwe deng daye.

 

Gotara Corbyn di Newroza 2015 ya Londonê:

   

  

 

 

Pêveker:

serokê partiya karker a brîtanyayê ye