• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şêxmûs Çima, çawa, jibo çi?

Şêxmûs Çima, çawa, jibo çi?


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Gelarêzan 3, 2015, 7:24


Piştî hilbijartinên yekê mijdarê bêguman wê gelek şîrove û nirxandin bê kirin. Bi ya min di vê hilbijartinê de ‘her tişt’ hat kirin. Ji bo di vê hilbijartinê de encama heftê hezîranê dernekeve tiştê ku tu kesî nefikirî bû AKP’ê kir û gihişt meqsed û mirada xwe. Ji heftê hezîranê dest pê kir ku wê encama derketiye nas neke, eger millet dengê xwe bidayê ‘îrade’ bû ew deng, eger nedabayê ew ne îrade bû û cardin wê biçûya hilbijartinê.

Ji xwe di vê hilbijartina yekê mijdarê de heman tişt gotin; eger encam ne li gorî dilê wan be wê dîsa herin hilbijartinê!
Wekî me jî dît ji dengê du kesan yê yek mirovî girtin û  careke din bûn desthilatdar. Li gorî min piştî vê hilbijartinê wê her tişt xerabtir bibe. Derûniya desthilatdariyê wê êdî bi giştî bibe derûniya hêzê. Ji ber ku hêza xwe xurt kiriye wê vê yekê li hember her kesî û bi taybet jî li hember Kurdan bikar bîne. Ya din jî piştî ew qas kes kuşt, komkujî pêkanî, dizî kir, bajar talan kirin û îradeya gel jî nas nekir û di ceribandineke din de bi ser ket, wê li gorî xwe bigihêje vê encamê ku gel ji hêza min ditirse, bi hêzê tê ser ‘rê’ û ji anha şûnde ez çi bixwazim ezê vê yekê bikim.
Xuyaye tekoşîn û berxwedaneke mezin li hember gelê(n) Tirkî û gelê Kurd heye. Li aliyê Tirkî kî çi dike, rayê xwe dide kê, her çiqas bi awayekî endîrek me eleqedar dike jî tiştên divê em li ser bisekinin siyaseta Kurdan û HDP’ê ye. HDP di vê hilbijartinê de ji ber ku bendav derbas kiriye  bi ser ketiye an ji ber ku ji %13 daketiye %10 an têkçûye?

Yekemîn pirs ev e. Ya din jî gelo HDP’ê divê dest ji projeya ‘Tirkiyebûnê’ berde û berê xwe bide Kurda an di wê projeyê de bi îsrar be? Pirsa dawî jî ev e ku şerê ku îroj li bajarê Kurdan diqewimin çiqas tesîrê li ser HDP’ê û hilbijerên wê dike?
Bi ya min, HDP tu car bi ser neketiye. Mesele di vir de ne HDP ye, ev xeta ku heta anha bi HEP û DEP’ê dest pê kiribû û heta anha hatiye vir. Em behsa wê dikin. Bifikirin bi deh milyonan Kurd li bakur û Tirkiyê dijîn, lê her car ev xeta han timî di navbera %6-7 de deng sitendiye. Dibe gelek sedem hebin lê her dem wekî encam em nikarin behsa serkeftinekê bikin.

Cara ewil e ku bendav îsal tê derbas kirin. Li gorî min di derbas kirina vê bendavê de şerê Kurdên Rojava û berxwedana Kobanî xwedî cihekî taybet bû. Bi ser de jî erîş û heqaretên desthilatdaran yê li ser Kurdan ev encam bi xwe re anî. Bila tu kes ne xwe û ne jî me bixapîne ku wekî serê derziyê rayên ‘çepgirên’ Tirkiyê ji HDP’ê re hatiye. Ew çîrokana ji bo ew kesên ku bi rehetî ji ser kîsê Kurdan bibin parlementer ji ‘zarokan’ re tên gotin. Yên meraq dikin bila encamên heftê hezîranê û yekê mijdarê bîne ber hev bê di nav bera dengê HDP’ê û AKP’ê de çûn û hatineke çawa çêbûye. Mînak eger di hilbijartina heftê hezîranê li Bitlîsê sîh hezar ray ji HDP’ê re çibû di vê hilbijartinê de ew sîh hezar ji AKP’ê re çûye û ew qas dengê HDP’ê ê kêm bû ye. Di hemû bajaran de hûn dikarin vê yekê bibînin.

Li gorî min mijareke din ya girîng ev bû ku şerê ku îroj li nav bajara tê kirin şereke şaş e û herî zêde zerarê dide gelê Kurd. Berî her tiştî demografiya Kurdistanê xera dibe, millet koç dike yê derfetê wan hebe. Dema em çûn Cizîrê me bi çavê xwe dît. Ya din ev yekana divê li ser navê ‘xweseriyê’ neyê kirin. Xweserî nayê îlan kirin. Di vir de wekî metod şaşiyek heye. Yanî her kesê bixwaze nikare raje kaxizekê û li hem ber çapemeniyê bixwîne û bêje min xweserî îlan kir. Mixabin hin şaredarên HDP’ê yê ji bo hinceta îlan kirina xweseriyê hatin girtin, di îfadeyên xwe de gotin hayê me jê tunebû ku çi di wê daxuyaniyê de hebû!

Ji ver ev tiştên sosret nebin jî di îlan kirina xweseriyê de divê tu bi dewletê rûnê û li hev bike. Ji ber di xweseriyê de tu her çiqas bi awayekî heremî serbixwe be jî, bi awayekî navendî girêdayî hukumetê ye.
Ya din mixabin şer di bajarên Kurdan yê herî Kurdewar de dibe. Ji her alî de pêşengiya bakur dikin ev bajarana, bi taybet jî di ziman, çand û siyaseta Kurdan de. Divê bi hêsanî nebin hedef ji dewletê re  ev bajarana. Bajarên ez dibêjim; Farqîn, Nisêbîn, Lice, Warto, Gever, Cizîr û hwd…

Mixabin dema ez anha van hevokan dinivîsim şer li Farqînê careke din dest pê kiriye. Vê carê eger wisa dest pê bike wê ji bo tu kesî vê carê rehettir derbas nebe. Eger konsept ev be ya baş HDP’ê qet neçe Enqerê, sonda girêdayînê bi al û milletê Tirk nexwe û dest ji vê çîroka ‘Tirkiyebûnê’ berde. Ya din jî yê biryarên şer didin li van bajaran jî bila nerîna xwe ya siyasî zelal bikin. Ji bo xweseriyê mixabin ev şereke giran e, qet nebe bêjin û eşkere bikin ku ev şer ji bo welateke azad e, tu projeyên me yê ‘Tirkiyebûnê’ tuneye em jî fêm bikin. Û ne tenê feqîr û hejarên Kurdan, hemû bajar û çînên din yê Kurdan divê tevlî vî şerî bibin, eger hûn karibin wan jî têxin nava şer  wê demê emê jî ji vê duayê re bêjin amîn!

ŞÊXMÛS SEFER KÎ YE?

dîtin: 306

Pêveker:

Şêxmûs Çima çawa jibo çi