wpid-nisebin111.jpg
Sibê qedexe radibe lê îşev…

Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan ya Dewleta Tirk sibê demhijmêr 06:00 ê sibê radibe.

Li gorî daxuyaniya Waliyê Dewleta Tirk yê Mêrdînê di rûpelê walîtiyê yê Fermî de qedexeya ku ji 1 ê vê mihê ve hatî danîn radibe.

Di rûpelê fermî yê Waliyê dewleta tirk de tê gotin ku qedexeya ji yekê mihê ve dest pê kirî radibe. Lê belê şer û gulebaran berdewama. Diyare ku ev şev jî leşkerên tiek dixwazin kurdan bikujin.

Di vê heftiya qedexeyê de 2 Kurd hatine kuştin û gelek deverên bajêr hatine xirabkirin.

Artêşa tirk pêşgirî li nexweş û birîndaran kir û bi vê boneyê bi dehhezaran kurdên bajêr şerpeze kirin.

Nûkirina Dawî : 05 Oct 2015 23:00

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 116