Sifra xwarinê û vegera ji Tetwanê - Zeynelabidin Zinar

Dibêjin, çend zilamên rêwî di riya xwe de birçî bûne û li gundekî Tetwanê rast hatine, çûne malekê û gotine ku ew birçî ne.
Malikê xwarin ji wan re hazir kiriye û danîne ber wan. Xwediyê malê jî bi mêvanên xwe re rûniştiye û xwariye.
Yek ji zilamê rêwî pirî ku birçî bûye, hema destên xwe, ha li aliyê rastê û ha li aliyê çepê, virde û wirde avêtiye xwarina di firaqên li ser sifrê û xistiye devê xwe.
Xwediyê malê jî gitiye:
- Mêvanê delal, ecle meke, xwarin ji ser sifrê nareve, bi dilê xwe bixwo.
Zilamê rêwî gotiye Xwediyê malê:
- Destê xwarinê dirêj e, digîje heta Wanê.
Xwediyê malê deng nekiriye û dîsa zilamê rêwî destê xwe dirêjê firaqên ji xwe dûr kiriye...
Carekê dema destê xwe xwe dirêjê firaqekê kiriye, bayek ji ber zilamê rêwî çûye. Xwediyê malê jî gotiye:
- Erê! Rast e ku destê xwarinê dirêje heya Wanê, lê carina ji Tetwanê jî vedigere…
Stockholm 19/ 04/ 2017, saet: 00.19