selim_serhed
Sitranbêjê Kurd Selîm Serhed hate kuştin

Roja pêncşemê (22.10.2015) li Stenbolê di holeka cihê muzîkê de sitranbêjê Kurd Selîm Serhed hate kuştin. Birayekî Mezin yê Selîm Serhed ji ber ku Gerîlla bû 22 sale li Tirkiyê zindanî ye.
Selîm Serhed jî sitranên Kurdî digotin. Sê zarokên wî hebûn û jina wî jî 6 mehî ducane.
Li gorî çavkaniyên ji deverê Sitranbêjê Kurd di hola cihê muzîka zindî de li gel çend kesan pev diçe û di encama pevçûnê de ji aliyê himber ve tê kêrkirin û piştî bi demekê jiyana xwe jidest dide.
Piştî bûyerê di weşanên medyayê de wekî `Ji ber ku sitran bi Kurdî gotiye hate kêrkirin` nûçe belav bûn. Lê belê li gorî çavkaniyên ji Sitenbolê mijar ne sitranên Kurdî ye, di navbera Selîm Serhed û çend kesan de pevçûn derketiye û di encam de yekî ji wan kesa kêr lê daye.

Dihunê (24.10.2015) termê Selîm Serhed bo axê hate sipartin.

Nûkirina Dawî : 25 Oct 2015 10:48

Xwendin: 173


Leave a Reply