Stephen Hadley: Li Sûriyê dê Kurd xweseriya xwe ava bikin

Stephen Hadley yê ku di dema duwemîn a George W. Bush de erka Şêwirmendiyê Ewlehiyên Navnetewî yên DYE’ê bi rêve dibir li ser mijara Sûriyê nirxanedinek kir, diyar kir ku ger welat ji wan trajediyan bikare rizgar bibe wê xweseriya hinek herêman hîn zêdetir bibe û wiha got: “Her wiha herêma ku Kurd lê dijîn wê hîn zêdetir xwesertir bibin.”
Stephen Hadley ku li gel Halen Condoleezza Rice û Robert Gates li şirketên navnetewî de şêwirmendiya stratejîk kiriye hefteya buhrî ku ji bo 5. Atlantic Council Enerjî û Zîrveya Aborî hatî Stenbolê pirsên Hurriyetê bersivandin.
Hadley ku diyar kir Tirkiye alikariya El Qaîdeyê nake lê El Qaîde di ser Tirkiyê re derbazî Sûriyê dibin û wiha berdewam kir: “Bi sedan mirovên ku bi navê cîhadê diçene Sûriyê herî kêm nîvê van kesan di ser Tirkiyê re derbaz dibin. Ev herêmekî ku hikûmeta Tirk gelek tiştên dikare bike asteng dike. Di encamê de El Qaîde li Sûriyê zêdetir li bakurê Sûriyê bi çêkirina herêmekî ku lê xelîfetiyê çêbikin ve mijûlin. Şerê ku bi OSO û Kurdan re dike dixwaze herêmekî di bin kontrola xwe de çêbike.”
Stephen Hadley pirsên rojnameyê yên li ser Rojava jî wiha bersivand: “Tekoşînekî ku di navbera hêzên Kurd û El Qaîdê de heye di holê deye.
Pêwiste em nehêlin ku bakurê Sûriyê ji bo El Qaîdeyê bibe herêmekî ewlehiyê. Armanca giştî pêwiste ev be. Ger ev pêk were û Sûriye ji vê rewşa trajedîk rizgar bibe ez fikir dikim ku wê bibe welatekî kû herêmên çînên din yên zêde lê heye wê hîn zêde xweserî bide wan. Her wiha herêma ku Kurd lê dijîn wê xweseriya wan hîn zêdetir bibe.
Piştî ku şerên îro yên mezheban hatin bi dawî kirin şûnde formula aştiyê wê ji bo yeketiya welat û bi hevrebûnê bibe formîlekî giring. Lê li gorî hin zanyariyên ku ji welatên cuda dema mirov temaşe dike wê ji bo komên etnîk hinek xweseriyên herêmî bên dayîn.”