Sûd û mifayên Fasûlyê

Riweka Fasulye bi temamî weke xezîneya proteinê ye. Vîtamînên A, B9, B5û C û her weha mîneralên hesin û magnezyumê jî tê de hene. Di fasulyeyê de kalsiyûm jî heye û di warê lîfan de jî dewlemende.
Sûd û mifayên fasûlyê weha dikarin bêne rêz kirin:
Fasulye hêz û enerjiya laşê mirov gur dike.
Li gel vê mandîbûna mirov ya hizrî û fizîkî jî ji nav dibe.
Alîkariya pêşdeçûn û saxiya nexweşiyên laşê mirov dike.
Hestûyên mirov bi hêz dike.
Azarên romatizma û siyatikê kêm dike.
Ji bo saxkirina nexweşiya gurçikan başe û hêz dide gurçikan. Ji bo xîz û berên gurçikan bikevin dibe alîkar.
Siniran bi hêz dike û lêdana dil dixe mêzînekê. Asta şekirê di xwînê de dixe û rê nade nexweşiya şekirê.
berhevkirin: Zeyat Brusk