Sûdên Hijîrê

Yek jê fêkiya ku li Kurdistanê pirre Hêjîre. Başe gelo sûd û mifayên Hêjîrê çine?
Hêjîr şaneyên laşê mirov nû dike. Xudan nirxekê bilind yê proteîn, vîtamîn û mîneraliye. Heger mirov rojane 100 gr. Hêjîr bixwe pêdiviya laş ya % 17 Kalsiyom, % 30 hesin û magnezyûm, % 20 fosfor, % 5’ê Vitamîna B1 û B2 pêşwazî dike.
Hijîr nahêle ku kolestrola dikeve lîfan tevlî xwîna mirov bibe. îştahê vedike û bedenê mirov li hember bakteriyan diparêze.
Dendikên hijîrê xudan kalsiyom û fosforek dewlemende û ji bo hestî û diranê mirov dibe çeper. Kesên ku nekarin şîr vexwin divê hijîrê bixwin.
Hijîr xudan maddeya ’benzaldehit’e ku ev madde nahêle şaneyên penceşêrê belav bibe. 2-3 libên hijîrê zuhakirî bixin nava qabekê û ava kelî berdin ser. 10,15 xulekan bila bimîne û paşî vexwin. Eve dibe musîl.
Bi qasê Hijîrê belgên wê jî bi sûd û mifaye:
Şirê belgên hijîrê ji bo pirzikên serçavê mirov pir başe. Divê mirov vê şîrê weke krêm li pirzikan bide. Her weha mirov belgên Hijîrê biperçiqîne û dayne ser pirzikan jî dîsa dibe derman. Ev derman îltihaba pirzikan dikêşe.
Belgên hijîrê yên li ber sîberê hatine hişik kirin jî ji bo Basûr û Hemeroîdê başe. Belgên hişk kirî di nava avê de 30 xulekan bikelînin û bila hindek ava xwe bikêşe. Paçekê bi vê dermanê şil-ter bikin û li birînê bidin. Her weha ev derman ji bo nexweşiya hemeroîd dihête vexwarin jî.