• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sûriyê, di du salan de 60 caran çekên kîmyewî bikar hatine

Sûriyê, di du salan de 60 caran çekên kîmyewî bikar hatine


barkirin: Êlûn 10, 2015, 11:58


Ligor raporta kanala cîhanî ya BBC, tê îdîakirin ku hin belge ketine destê wan ku di du salên borî de û ji dema ku Neteweyên Yekbûyî destûra nehîştina çekên kîmyewî di sûriyê de daye, di encama şerê navxweyî ya wî welatî de, zêdetirî 60 êrişên bi çekên kîmyewî çêbûne

Gelek alî hêzên fedayî yên ser bi Beşar Esed tawanbar dikin ku bi Helîkopteran bombeyên Kolorê li herêmên ku di bin destê şorişyan de ne.

Lê di heman demê de hin îdîa hene ku grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ) du caran gaza Xerdelê bikar anîne.

Şahidên herêmî ji BBCyê re gotine ku êrişên kîmyewî ji eniyên di destê (DAÎŞ)ê de pêkhatine.

Du sal berê û bi belav bûna raportên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê, desteya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî biryara jinavbirina çekên Kîmyewî yên Sûriyê da. Biryara ku ji aliyê Sûriyê ve hate pejirandin û binkeyên çêkirina madeyên kîmyewî li jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hate jinav birin.

Tevî wê jî raportên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî bidawî nayên.

Dewleta Sûriyê îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî bi tundî red dike.

 

 

dîtin: 165

Pêveker:

sûriyê di du salan de 60 caran çekên kîmyewî bikar hatine