TAYBET REWANBÊJ – Karesata Kirmaşanê û kiryarên qirêj ên Îranê

Rewanbêj – 4 roj bi ser erdheja 7.6 pileyên rîxterê yê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê re derbas bûn. Hejmara qurbaniyan her diçe zêdetir dibe. Kurdên li hemû aliyên cihanê dixwazin alîkariyê bigihînin Kirmaşanê lê berpirsên Îranê alîkarî bigihe ziyanpêkeftiyên erdhejê. Herwiha berpirs û karbidestên Îranê di vê rewşê jî de sivakatî bi nirxên Kurdan dikin û bêrêziyê nîşan didin.
Di dîmeneke vîdeoyî de Nûnerê Rêberê Îranê Ayetûllah Elî Xamaneyî yê Kengaverê melayê bi navê Mele Elî Lorvend di gotarekî de gotiye, “Ji ber referandûmê ev karesat bi serê Kurdan de hat.” Herwiha berpirsekî bilind ê Îranê jî ji hemwelatiyan re gotiye: “Herin dojeyê.”
Erdheja bi hêz
Şeva 12ê Mijdara 2017ê li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê erdhejek bi dijwariya 7.6 pileyên rîxterê rûda.
Ji ber erdhejê li navçeyên Ezgelê, Gaware, Kirind, Serpêlê Zehaw, Sawlas Bawecan, Îslamawa, Qesra Şîrîn Ciwanro û yê nêzîkî 12 hezar xanî hilweşiyan.
Li gorî ragihandinên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 550 kesan derbas bûye. Herwiha hejmara birîndaran jî gihiştiye 8 hezar kesan.
Li cihên erdhejê hê jî bi hezaran kes li derve û di bin çadiran de dijîn. Li hinek deveran bi lezgînî pêwîstiya xurek, derman û çadiran heye.
Hejmara qurbaniyan zêdetir e
Li gorî zanyariyên gihiştine destê Rewanbêj, hejmara kesên canê xwe ji dest dane ji 2 hezar kesan zêdetir e. Li gelek deverên ku erdhej lê qewimiye, hemwelatiyan bi derfetên xwe mirî veşartine û lîsteya navên wan nehatiye girtin.
Herwiha li gor çavkaniyên herêmê dane Rewanbêj, li gundewarên ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hejmare zêde ya malan xira bûne, ku di medyayan de behsa van deveran nayê kirin. Tenê li ser sînorê Qesrê Şîrîn 8 gund bi temamî wêran bûne. Lewma hejmara kuştiyan ji ya tê ragihandin gelek zêdetir e.
Hêjayê gotinê ye, ku medya Îranê weke pêwîst giringiyê nade erdheja Kirmaşanê. Herwija hejmara qurbaniyan jî tê veşartin.
Malên Ehmedî Necad bi ser xelkê de herifî
Di dema erdhejê de li navçeya Serpêlê Zehew avahiyên, ku hikûmetê ji xelkê hejar re çêkiribûn, wêran bûn û li gorî zanyariyan herî kêm 300 kes di van xaniyan de mirin.
Ev avahî di dema serokomarê berê yê Îranê Mihemed Ehmedî Necad de qaşo ji bo xizan û hêjaran hatibûne çêkirin, ku navê vê projeyê Mêhr bû.
Ji hemû deveran alîkarî tê komkirin
Piştî erdheja dijwar a Kirmaşanê, di destpêkê de li Rojhilat, li parçeyên din ên Kurdistanê kampanyayên alîkariyê dest pê kirin.
Rêxistinên sivîl û çalakvanên sivîl dest bi komkirina alîkariyan kirine.
Ji Makoyê heya Xorasanê Kurdan li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyan ji bo zirarpêkevtiyên erdhejê kirine û heta niha bi dehan barhilgir, alîkarî ber bi Kirmaşanê bi rê kirine. Lê pirsgirêka gihandina destê erdhejzedeyan heye.
Tê gotin fermanberên dewleta Îranê pêşiya vê helmetê digrin.
Îran pêşiya alîkariyan digre
Piştî erdhejê berpirsên dewlet û artêşa Îranê gihiştin cihê erdhejê. Di serî de Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, hemû wezîrên hikûmet û fermandarên artêşê soza alîkariyê dan. Lê li gorî agahiyên ji herêmê tê, di rastiyê de pêşiya alîkariyan tê girtin.
Li gorî zanyariyên Rewanbêj, leşkerên artêşa Îranê li herêmên erdhejê serpereştiya alîkariyan dikin û bi dilê xwe alîkariyan belav dikin.
Çavkaniyên herêmê ji Rewanbêj re ragihand, ku Heyva Sor a Îranê piranî xwarin û vexwarinên ku dema bikaranîna wan ser ve çûne û yên rizî bi ser erdhejzedeyan belav dikin.
Herwiha, tê îdîakirin, ku heman sazî çadiran tenê bi ser Kurdên şîe de belav dike û nade Kurdên din.
Berpirsê Îranê: Herin dojehê!
Hemwelatiyên bajarê Ciwanroyê ragihandin, ku du şev beriya niha xelkê ku malên wan xirabûne çûne cem rêveberî û fermandariya bajêr û daxwaza çadiran kirine.
Lê berpirsê bi navê Mûşaxanî gotiye: “Herin dojehê. Herin ji xw re li bazarê bikirin.”
Ev di demekê de ye, ku tê gotin, li Serpêl Zehaw 3 hemwelatî ji serman canê xwe ji dest dane.
Di dîmeneke vîdeoyî de, ku di torên civakî de jî belav bûne, Nûnerê Rêberê Îranê Ayetûllah Elî Xamaneyî yê Kengaverê melayê bi navê Mele Elî Lorvend di gotarekî de gotiye, “Ji ber referandûmê ev karesat bi serê Kurdan de hat.” Wate Kurdan ev yek heq kiriye.
Îranê bûhayê bilêtên firokeyê giran kiriye
Ji aliyekê ve berpirs û karbidestên Îranê nahêlin ji bejahiyê alîkarî bêyî kontrola wan bigihe herêmê, ji aliyekê din ve jî nahêlin bi rêya firokexaneyan hemwelatî alîkariyê bigihînin Kirmaşanê.
Tê gotin beriya erdhejê nirxê bilêta firokeyê di navbera Kirmaşan û Tehranê de 150 hezar tumen bûye lê piştî erdhejê her bilêtek bûye 900 hezar tumen.
Ev di demekê de ye, ku li hemû cîhanê dema karesatek çêdibe, hikûmet ji bo alîkarî zû bigihin, rêyên gihandin û veguhestinê hêsantir dikin û nirxan kêm dikin.
Pasdar diziyê dikin
Kesên ku bi xwebexşî i bajarên Rojhilatê Kurdistanê alîkariyê digihînin Kirmaşanê ji medyaya Kurdî re ragihandin, ku leşkerên Supaya Pasdaran di bin navê alîkarî û rakirina xirbeyan de di malên wêranbûyî de tenê zêran digerin.
Çalakvan dibêjin: “Xelk şînê digrin lê pasdar hatine talanê. Di bin navê ewlekariyê de nahêlin ti kes jî xwe bigihîne cihên ew lê dimînin.”