Teknîka Nû û Ji Nû Ve Vejandina Cureyên Tunebûyî

Teknîka Nû û Ji Nû Ve Vejandina Cureyên Tunebûyî

Lêkolînerên ji Zanîngeha Harvardê tevahiya genoma “bush moayê piçûk”, cureyeke hêştirmeyê û li Zelandaya Nû bûye, vedîtin û nimûneya hêştirmeyê jî çêkirin. Bush moayê piçûk di dawiya sedsala 13an de ji ber şêniyên Polînezyayê li cihê wê bicîh bûne, tune bûye.

Lêkolîner bi teknîka “tour de force” nimûneyên ajalên tunebûyî, ji nû ve çêdikin. Bi gotineke din, cureyên tunebûyî ji nû vedijenînin û vê yekê jî bi genoma cureya tunebûyî li hêka cureyeke din zêdekirinê pêk dihînin. Fîlma Jurassic Park a bi îzdehar û ajalên cihêreng, mînakek pirr baş e. Stewart Brandê ji Revive and Restore wiha dibêje; “Asta analîzên DNAyê çiqas serkeftî bin, ewqas jî çêkirina nimûneyên baş hêsan dibe.”

Ji bo bush moyaê piçûk, DNA ji pêçiyê îskeletekê ku muzeyê bûye, ji nû ve saz kirine. Hêka emoeyê jî ji bo ceribandina teknîka nû hilbijartine ku emoe cureyeke hêştirmeyê ye û hêkên hêştirmeyê jî bi qasî 15 santîmetreyê dirêj in.

Lêkolîner diyar dikin ku encama xebatê rê li ber xebatên heman rengê yên li ser mamûda bihirî, gogercîna gerrok û pilingê Tasmanyayî vebike. Lê zor û zehmetiya vê karê jî heye, dema DNAya cureyeke tunebûyî li hêka cureyeke din dihêt zêde dikin, pirr caran DNAya cureya tunebûyî DNAya cureya din werdigire û dawî li xebatê dihêt ku lêkolîner, bêgav dimînin û ji nû ve destpê xebata xwe bikin.

Çavkanî: De Volkskrant