Teknologiyeka nû ji bo kêmbînan

Teknologiyeka nû ji bo kêmbînan

Companyaya Îsraîlî amureka nû koran an jî kesên ku çavên wan baş nabînin derxist.
computereke piçûk ku li ser çav tê bicîkirin, bi xêra kameraya xwe ve tiştên hatî destnîşankirin dinase. Kesên ku çavên wan baş nabînin êdî dikarin bi hesanî biçin dikana ji xwere kirîna xwe bikin, dikarin bi hesanî birêkê de biçin, dikarin li terembêlên nav bajêr siwar bibin.

Serokê Companyaya Orcam Teknologi, Amnon Shashua, agahî di derbarê vê amurê de ji euronews ê re dazanîn. – Kesên ku di dîtinê de sextî dikêşin, dikarin tiştan ji hevdû derxînin lê ev ji bo jiyana wan ya rojane têrê nake. Armanca me ewe ku em di her deverê jiyana wan de bi wanre arîkarbin. Me ev amur li ser vê armancê derhêna: Li deverê ku kes dinêrê ew jî dinêre, tiştê ku mirov dixwaze bibîne ew jî dibîne, wan dinase û zanyariyên di derbarê wan de tomar jî dike. –

Amur pêçiyê di nase û pêçî kîderê destnîşan bike amûr jî zanyariyên wî tiştî ji bo mirov radighîne. Emur di heman demê de mirovan jî dinase û wan di bîra xwe ya elektronîk de tomar dike.

 

Rewanbej.net