Televîzyona dîjîtal, an jî înternet: Gelo medya ber bi ku ve diçe?

Televîzyona dîjîtal, an jî înternet: Gelo medya ber bi ku ve diçe?

Rêvebrirên dezgehên ragihandinê yên Rûsyayê di 7-mîn Kongreya Yekîtiya Netewî ya Weşanvanên Radyo û Televîzyonê de hatin ba hev. Beşdarên konferansê gihîştin wê qenaetê ku di dahatûya medyayê de wê qada înternetê bê kontrolkirin, qalîteya weşana televîzyonî ya dîjîtal dê bilintir bibe û temaşekirina li rêzefîlman dê bi tabletan jî mumkun bibe.

Kongreya Yekîtiya Netewî ya Weşanvanên Radyo û Televîzyonê bi dirûşma `Medyaya dahatûyê îro çêdibe` hat vekirin. Di gel gotar û semîneran, pêşangeha dam û dezgeh û teknolojiya prfesyonel ên ji bo radyo û televîzyonê jî hatin pêşandan.

Lê belê her teknolojiyeke nû, bi tenê versîyoneke teknîkî ya nû ya şêwaza kevin a ragihandina zanyariyan e. Û ewê jî dê diyar bikin, ka piştî çend salan medya dê çawa be. Di konferansê de serokê radyoya Dengê Rûsyayê Andrey Bistrîtskî li ser hilberînên nû yên medyayê axivî:

“Şoreşê medyayê êdî rû daye û ji zû de rû daye. Vê gavê êdî derfet heye ku her tişt bi hev du re bên girêdan û êdî teknolojiya dîjîtal heye. Cudatiya di navbera televîzyon û înternetê de ne di warê navgîninên ragihandina sînyalan de ye, cudatiya wan di bikarhênerên wan de ye. Û di encamê de eynî wekî pêşveçûna di warê hewavaniyê de qewimiye. wekî tê zanîn balafirên rêwiyan ên ku di salên 60-î de difiriyan, li gorî rehetî û leza xwe ji balafirên îroyîn zêde bi paş nînin. An ku ji vir û pê de pêşveçûna medyayê jî, dê ne di warê teknolojiyê de, lê belê di warê pêkanîna pêdiviyên proseya medya û ragihandinê de pêk were. Û ji bo yekê jî hemû teknolojî êdî hene”.

Beşdarên Konferansê amaje kirin, ku di demekî nêz de wê sînorên di navbera navginên ragihandinê de werin kêmkirin. Derfetên multîmedyayê dest didin ku temaşevan, an jî bikarhêner rasterast beşdarî proseyê bibin. Bo nimûne, temaşevan dê bikare bîryarê bide ka ew dixwaze ji kîjan kamerayê temaşe li hevpeyvînê bike, an jî di maça fûtbolê de dengê ji kîjan trîbunê bibihîze. Li gorî nêrîna Andrey Bistrîtyskî, înternet jî dê tûşî guhertinên cidê bê, bi taybetî jî di warê kontrolkirina zanyariyan de:

“Bi îhtîmalekî mezin, rola dewletê di vê proseyê de wê mezintir bibe. Bi îhtîmalekî mezin, gelek dewlet dê hewil bidin tora xwe ya înternetê saz bikin û tora global sînordar bikin. Di serî de jî dewletên Ewrûpayê dê piştgiriya vê yekê bikin. Bi baweriya min, di maweya çend salan de burokrasiya cîhanê wê hewil bide ku ji bo kontrolkirina qada multîmedya û ragihandinê organeke serenetwî damezrîne”.