Austria- Penaber- Rewanbej
Termê çar penaberên Kurd gihiştin Herêma Kurdistanê

Îro şemiyê (19’ê Îlonê) termê çar hevwelatiyên başûrê Kurdistanê bi riya firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê gihiştin Kurdistanê û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her sê ciwanên Kurd xelkê bajarê Silêmaniyê ne.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewrûpa, Dilawer Ajgeyî ragihandiye, 21 kes ji 71 kesên ku li ser riya Ewrûpayê di navgînekê de fetisîbûn Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Termê 17 kesên din di çend qonaxan de dê bigehin Herêma Kurdistanê.

Di 27’ê meha Tebaxa îsal de 71 penaber di navgînekê de ku li ser riya giştî ya Austria hatibû ragirtin fetisîbûn ku ji wan 21 Kurd bûn.

Nûkirina Dawî : 19 Sep 2015 19:44

Xwendin: 133


Leave a Reply