Pîvanên Rewanbej.net
Malpera Rewanbej.com malpereke xwerû bi Kurdî ye û malpereke bi têgihiştin û çemkê xwe Azad e. Bi mebesta xizmeta Kurdî, Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin.
1-Rewanbêj bi tu rengî piştevaniya tu hêzên serdest nake, reklam û propagandaya tu sazî, dezgeh, kes û komarên dagirker nake û destûra kirina vê yekê nade tu nivîskarî.
2-Nivîs, Şirove, Gotar, Lêkolîn û hwd, yên rasterast an jî nerasterast gelê Kurd û nirxên gelê Kurd biçûk bixin, devbavêjin û dijûna bikin di malperê de nayêne weşandin an jî yekser têne jêbirin û xwedanê van nivîsan ji malperê têne durxistin.
3-Derveyî van pîvanên jorê her nivîskar bi her awayî di nivîs, şirove û gotarên xwe de azade. Rexnegiriya li siyaset, hêz, serdest û saziyên Kurd bi tu awayî nayête astengkirin û eve jî wekî dijmindariya hêzên Kurd nayête şirovekirin.
4-Çi nivîs, şirove, gotar û naverokên dîtir yên medyayên dîtir têne wergirtin bê pêşandana çavkaniyê nayête weşandin.
5-Nivîs û naverokên rasterast yên Rewanbêj û nivîskarên Rewanbêj bin dema di amûrên dîtir yên weşanê de bêne weşandin divê çavkaniya van naverokan wekî rewanbej.com bête destnîşankirin, eger na mafê Rewanbej.com ya daxwazkirina rakirina wê naverokê heye, eger dîsan jî ew nivîs neyête rakirin mafê Rewanbej.com heye ji bo xwendevanên xwe wê bûyerê ragihîne û wê dezgeha weşanê şermezar bike.
6-Nûçe an jî naverokên zanyariyên rojane di nava xwe de radigrin herî kêm ji aliyê 3 çavkaniyan ve divê bête piştrastkirin û paşê bête weşandin. Bi taybet nûçe an jî dazanînên torbendên civakî wekî çavkanî nayête pejirandin.
7-Malpera Rewanbej.com malperên dîtir yên bi Kurdî ji bo xwe hevkar dibîne û hertim berjewendî û nirxê keda wan jî berbiçav digre.
Pîvanên di derbarê nivîskariya Rewanbêj de
1-Nivîskar bi xwe dikare xwe di pergala rewanbej.com de tomar bike
2-Nivîsên xwe divê bi xwe bar bike, piştî nivîs ji aliyê rêvebiriya rewanbej.com de hate xwendin û pejirandin nivîs tête weşandin.
3-Her nivîskar derveyî dijûn û xirabkeriyê bi her rengî dikare her mijarê binivîse.
4-Zimanê nivîs û gotaran derveyî şaşîtiyên berbiçav ji aliyê rewanbej.com ve nayête rastkirin.
5-Her nivîskar di ber naverok û zimanê nivîsa xwe de berpirsiyare.
6-Her nivîskar nivîsa xwe beriya di rewanbej.com de bête weşandin nikare di torbendên civakî de belav bike.
7-Li gorî biryara rewanbej.com salê carekê pirtukek ji yê nivîskarekî yê rewanbej.com dê ji berheva nivîsên di rewanbej.com de bête çapkirin. Hejmara çapkirinan û hejmara rûpel, di navbera nivîskar û rêvebiriya rewanbej.com de tête diyarkirin.
8-Her nivîskar azade ji nav civata rewanbej.com derkeve. ji bo vê yekê peyameke nivîskî têra derketinê dike.
9-Nivîskarên derveyî nivîsên xwe yên rewanbej.com li devereke dî, bi rengekî dî, bi gotin û kiryarên xwe xisarê bighîne nirxên Kurdewarî, helwestên dijmindariya Kurdan û Kurdistanê pêşan bide, bê agahdarkirin dê ji malperê bête avêtin.
Wir verwenden Cookies zur anonymisierten Website Analyse. Das hilft uns bei der Verbesserung dieser Seite.