Teroreke din li Parîsê û Kurd

Teroreke din li Parîsê û Kurd

Teroreke din a ku laşê mirovahiyê û dîrokê dihejîne di qelbê paytexta demokrasiyê li Ewropa qewimî. 12 kes ji nivîskar û xebatkarên kovara „ Charlie Hebdo „ di roja ron de hatine kuştin. Êdîtorê wê kovarê dostê doza Kurda bû.
Careke din bala dinê û çavên ragehandinê ketin ser Parîsê. Birastî xemgînim ku li ser kişandina karîkatora rêberê Daîşê cinayeteke wiha wehşiyane qewimî.

Du sal li ser terora sê siyasetmedarên Kurd li Parîsê derbas bûn. Gelo çi bûye ku dîsa di hemen dem û rojan de vê carê navenda kovarekê bû armanca terorîstên cinayetkar?
Pirsa sereke bi vê kiryara hivane ji min re eve:
Ger rayedarên êstixbarat û berpirsên dewleta Fransayê di girtin û mehkeme kirina terorîstên siyasetmedarên Kurd bi îsrar bûna û ew gehandana sizayê xwe, belkî ev teror îro( 07.01. 2015an) jî nediqewimî.

Bi vê kiryara çewt re êdî bawerim Ewropa û cihan yê baştir bizanîbin ka Kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê şerê kê dikin û divê çawa hevkariya Kurda bikin ku mezintirîn dijberên terorîstên îslamî û Daîşê ne.

Terora îro yê bibe sedema çêbûna pêvajoyeke nû a siyasî-civakî li hemû Ewropa. Ji bo Kurdan jî serkeftineke ku tim ji bo mafên xwe yên rewa şerê terora dewletên dagîrker û mislmanên radîkal û korbîn kirine.

Hûn çi dibêjin hevalno? Nêrîna we çiye?