gorran-logo-Rewanbej
Tevgera Goran: me pê baş nebû di Kongireya AKPê de beşdar bibin

Doh (12ê Îlonê) AKP 5. Kongireya xwe li bajarê Ankarayê li darxist. Ji Herêma Kurdistanê geek partî û aliyên siyasî jî bi awayekî fermî ji bo kongireyê hatibûne vexwendin, lê di nava hemûyan de Tevgera Goran beşdariya di kongireya vê partiyê de red kir.

Berpirsê Jûra Peywendiyên Dîplomasî ya Tevgera Goran, Mihemed Tofîq Rehîm ragehnd, em jî ji aliyê AKPê ve ji bo beşdariya di kongireya vê partiyê hatibûne vexwendin, lê di şert û mercên niha de me beşdariya xwe di cîh de nedît.

Ji Başûrê Kurdistanê nûnerên partiyên ( Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) , Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (PUK), Yekgitûya Îslamî, Komela îslamî ya Kurdistanê û Bizava Îslamî) di kongireya AKP ê de beşdar bûn.

Hêjayî gotinê ye beşdariya wan partiyên Başûrê Kurdistanê di halekê de ye ku nêzî mehekê ye şer û pevçûn li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên dewleta Tirk û Gerîllayên Kurd de çêbûye û di encamê de gelek xelkê sivîl ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine kuştin. Herî dawî bajarê Cizîrê heşt rojan di dorpêça hêzên ser bi Dewleta Tirkiyê de bû. Beşdariya partiyên Başûrê di kongireya AKPê de di torên civakî de ji aliyên Kurdan ve rastî nerazîbûneke mezin hatiye.

Nûkirina Dawî : 13 Sep 2015 2:35

Xwendin: 167


Leave a Reply