• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tîmên taybet yên Elman bihev ketin

Tîmên taybet yên Elman bihev ketin


barkirin: Êlûn 16, 2015, 2:18


Li gorî nûçeya rojnameya Elmanî BILD tîmên taybet yên Elman di nava xwe de bihev ketin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku piştî lêpirsîna li himber komeke tîmên taybet hatî vekirin Koma Taybet ya 3. Hatibû belavkirin. Hate diyarkirin piştî vê biryarê Tîmên Taybet yên koma wan hatî belavkirin bi bireka elektrîk navenda xwe ya li Bruhl ê belav kirine û piştî hingî jî bi mitorsikletan di salonê ve çûne.

 

Hate diyarkirin dema polîsekî 33 salî dema nû tevlî komê bûye, di kevneşopa pejirandina nava komê de kiryarên derveyî mirovî li vî polîsî hatine kirin. Ji ber vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di encama lêpirsînê de çar kes ji tevgera taybet hatibûn avêtin. 5 kesên dîtir yên komê bo komên dîtir hatibûn veguhestin. Ji ber vê yekê jî koma hatî belavkirin navenda xwe têk dan.

 

Berpirsê polîsan Karlo Kreitz derbirî ku wana tenê tiştên anîbûne navendî dîsan şûnve birine û tiştekî xirab nekirine.

dîtin: 168

Pêveker:

tîmên taybet yên elman bihev ketin